Yunaçti piştî 30 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin 2025-07-10 16:36:19 KOCAELÎ - Hamza Yunaçti ku piştî 30 salan hate berdan, got: “Ji bo jiyaneke azad û demokratîk em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    Hamza Yunaçti ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Kandira ya Kocaeliyê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Yunaçti, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbat û xizmên xwe, Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Mehmet Zekî Kiliç û endamên komeleyê ve hate pêşwazîkirin.    Di pêşwaziyê de Yunaçti kevoka spî ku sembola azadî û aştiyê ye firand û got: “Pêvajo hêj nû dest pê kir. Ji bo ev pêvajo bi ser keve tişta ji dest me tê em amade ne bikin. Ji bo jiyaneke azad û demokratîk em ê têkoşîna xwe bidomînin.”