Şîna Abdullah Okur bi girseyî hate ziyaretkirin 2025-07-10 15:41:14   WAN - Bi sedan kes çûn serdana şîna Abdullah Okur ê PKK’î ku di sala 1997’an de li Dêrsimê di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dabû.   Ji bo Abdullah Okur (Dogan) ê PKK’î ku di sala 1997’an de li Dêrsimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, li taxa Buzhane ya Rêya Armûşê şîn hate danîn. Parlamenter, hevşaredar, hevserokên DEM Partî û yên DBP'ê yên bajêr jî di nav de gelek kes çûn serdana şîna Okur. Girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir û li cihê şînê sersaxî ji malbatê re xwest.