Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn 2025-07-10 14:03:18   ENQERE - Kesên di Komkujiya Garê ya Enqereyê ya di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin, di meha 117'emîn de hatin bibîranîn.   Di 10'ê Cotmeha 2015'an de DAIŞ'ê li dijî Mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li Gar a Enqereyê êrişa bombeyî kir û 104 kes hatibûn qetilkirin. Kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, di meha 117'emîn de li pêşiya Gar a Enqereyê hatin bibîranîn. Merasîma bîranînê saet di 10.00'ê di saeta êrişê de hat lidarxistin. Malbatên kesên di Komkujiya Pirsûs a Rihayê de hatin qetilkirin jî beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de dirûşmên “10’ê Cotmehê jibîr neke, nede jibîrkirin”, “Roj dê were, dewran dê biguhere, kujer dê hesabê bidin gel” hatin berzkirin û wêneyên kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin.    Rêvebirê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Can Ateş di merasîmê de axivî û diyar kir ku ev 117 meh in dev ji daxwaza aştiyê bernedane û got: “Em di heman demê de têkoşîna edaletê didin. Biryarên dadgehê têr nakin. Ev têkoşîna edaletê heta em nebêjin dê xilas nebe.”   ‘TÊKOŞÎNA ME HEVPAR E’   Endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Mert Aldemîr jî ev tişt anî ziman: "33 rêwiyên xeyalan, wekî Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê bi destê dewletê hatin kuştin. Kiryar nehatin darizandin. Em bi awayekî aşkera dibêjin, li dijî çeteyên kujer  têkoşîna me hevpar e. Em banga xurtkirina têkoşînê dikin da ku kujerên Enqere û Pirsûsê hesabê bidin.”   Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.