Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin 2025-07-08 10:01:17   ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê, 3 herêmên li navçeya Elkê ji bo 9 rojan weke “herêma ewlehiyê ya demkî” ragihand û têketin û derketina wan herêman qedexe kir.    Walîtiya Şirnexê, herêmên Çiyayê Gîresumunu, Eksîkdag û Meydandagi ji bo 9 rojan weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihand. Têketin û derketina van herêman heta 16’ê Tîrmehê hate qedexekirin.    Walîtiyê di 1’ê Tîrmehê e jî her 3 herêmên navborî ji bo 2 rojan weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihandibû.