Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin 2025-07-07 12:48:01 COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji bo erdê madenê di navbera gundiyan û biraziyê Îsmet Olmez ê AKP’î de nîqaş derket û piştî nîqaşê leşkeran bi ser gund de girtin û 7 kes binçav kirin. Li Colemêrgê Îsmet Olmez ê AKP’î yê ku ji erdên gundiyan maden derdixe, heqê gundiyan neda û gundî hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan, roja Şemiyê di 5’ê Tîrmehê de hinek welatiyên ji gundê Aşûtê û Çemka ji bo heqê xwe çûn şîrketa Îsmet Olmez. Piştî nîqaşê ji gundiyan re hate gotin ku dê heqê wan neyê dayîn. Gundiyên ku pişt re çûn navenda Colemêrgê, bi biraziyê Îsmet Olmez, Rahmî Olmez re nîqaş kirin. Piştî nîqaşê Olmez hat derbkirin.   KESEK HATE GIRTIN   Piştî gilîkirina Olmez, leşkeran bi ser hinek malên li gund de girt û 7 kes binçav kirin. 6 kes hêj di bin çav de ne û kesekî bi navê N.E. bi îdiaya “veşartina sûcdaran” bi biryara Dageha Cezayê Sulhê ya Colemêrgê hate girtin.    Li gorî agahiyan, dozger biryara girtinê bi devkî ji polîsan re ragihandiye.    Tê payîn ku îro dê li dozgeriyê îfadeya gundiyan bê girtin.