Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin 2025-06-29 09:51:26 BEDLÎS - Hevşaredarên Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr û Mumîn Erol diyar kirin ku bi lidarxistina mihrîcanê re xwedî li çanda xwe derketine.  Şaredariya Tetwanê ya Bedlisê bi dirûşma “Rêya aştiyê em bi hunera azad dihûnin” Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê li dar xist. Mihrîcan, di 27’ê Hezîranê de dest pê kir û dê 16 rojan bidome. Di mihrîcanê de dê di qadên çand û hunerê de çalakî bên lidarxistin. Hevşaredarên Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr û Mumîn Erol ji bo mihrîcana ku cara ewil e tê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.    Belkiza Beştaş Epozdemîr, diyar kir ku bi sala ye li bajarê wan di hêla çand û hunerê de tu çalakî nehatine lidarxistin û got: “Welatî bi hesreta mihrîcanê dijiyan. Me jî bi mihrîcanê re hesreta gel pêk anî. Heke civak çand û hunera xwe nebîne, dê jê dûr bikeve. Ev jî bi xwe re pişaftinê tîne. Armanca me ew e ku gelê Tetwanê di mihrîcanê de bînin gel hev.”    ‘DÊ TETWAN JI HUNERÊ TÊR BIBE’   Bi domdarî Belkiza Beştaş Epozdemîr destnîşan kir ku dê kolanên Tetwanê bi çand û hunerê şîn bibin û wiha pê de çû: “Em ê wêraniya qeyûm bi hunerê ji holê rakin. Bi vê coşê em ê hesreta çand û hunerê ya 10 salan bijîn. Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin. Kesên di her temenî de dê xwe di mihrîcanê de bibîne. Ji bo hemû derdoran bernameyên me hene. Em bang li tevahiya welatiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku tev li mihrîcana me bibin.”    BANGA TEVLIBÛNÊ   Hevşaredar Mumîn Erol jî da zanîn ku ji bo mihrîcanê eleqeyeke zêde heye û axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Em dixwazin her kesên ji Kurdistan û Tirkiyeyê tev li bibe. Di tevahiya mihrîcanê de em ê nehêlin di xizmetê de kêmasî derkevin. Hêvîdarin baş derbas bibe. Ev mihrîcan dê çand, ziman, xwarin û gelek aliyên herêmê bide naskirin lewma divê mihrîcanê ji dest nedin. Em banga tevlibûnê dikin.”