Welatiyên ku malên wan ji lehiyê zirar dîtibû çareseriyê dixwazin 2025-06-28 09:53:38 QERS – Welatiyên gundê Kêrs a navçeya Qaxizmanê, diyar kirin ku piştî rabûna lehiyê mal û bexçeyên wan zirar dibînin û daxwaza çareseriyê kirin. Li gundê Kêrs a girêdayî navçeya Qaxizman a Qersê, piştî baranê het im tim lehî radibe. Gundê ku dora 100 mal in li ber çem hatine avakirin, ji ber rabûna lehiyê gelek gundî malên xwe ji neçarî terk dikin. Gundiyên ku debara xwe bi çandiniyê û bi çandiniya fêkiyan ve dikin, ji ber rabûna lehiyan ji bexçeyên xwe hilberînên baş wernagirin.    Gundiyên ku tu encam ji serlêdanên xwe negirtine, daxwaza çareseriyê kirin.     Huseyîn Avci yê ku xaniyê wî ji ber lehiyê zirar dîtibû, diyar kir ku xaniyê gelek kesan ji ber vê yekê xera bû ye û ev tişt got: “Ez li vî gundî ji dayik bûm û mezin bûm. Her sal lehî radibe. Gundî pir mexdûr in. Li gundê me darên fêkiyan hene lê ji ber lehiyê em hilberîneke baş bi dest naxin. Dema hilbijartin nêz dibe rayader ji me re dibêjin ‘em ê xebatên ji bo rabûna lehiyê çareser bikin’. Lêbelê bi salan e heman pirsgirêk didome. Em dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe.”   MALA WÎ XERA BÛ     Feyzûllah Cesûr ê ku ji ber rabûna lehiyê mala wî xera bûbû, daxwaza çareseriyê kir. Cesûr, diyar kir ku gelek serlêdan kirine lê bê encam mane û wiha axivî: “Kesek pirsgirêkên me guhdar nakin û pirsgirêkên me çareser nakin. Ji bo mal û bexçeyên me xera nebin em dixwazin qerexê çem dîwarek bê lêkirin.”   ‘EM MEXDÛR IN’     Mehmet Cesûr, diyar kir ku ji ber lehiyê mexdûr bûne û rave kir ku bo Gerînendeya Kar û Barên Avê ya Dewletê serlêdan kirine lê pirsgirêka wan nehatiye çareserkirin û got: “Ji ber lehiyê xaniyê min de derz çêbûn û texrîbat dît. Ji ber vê yekê ez neçar mam ku mala xwe biterikînim. Ez dixwazim çareseriyek bê dîtin.”    SERLÊDANÊN WAN BÊ ENCAM MAN     Huseyîn Cesûr, diyar kir ku gelek malên nêzî çem ji lehiyê bandor bûne û wiha axivî: “Em dixwazin ku rayedar piştgiriya me bikin. Berê me serlêdan bo Gerînendeya Kar û Barên Avê ya Dewletê û Qeymeqamiya Qersê kir. Lêbelê ji me re gotin ‘hûn biçin em ê eleqedar bin’. Di ser de sal bihurîn lê tu kesek nehat.”   LEHÎ DIBE SEDEMA KOÇBERIYÊ     Mehmet Kiliç, diyar kir ku lehiyê bi xwe re gelek zinarên mezin aniye û zinar gelek xisar dane xanî û daran û got: “Beşeke mezin ê gund ji ber lehiyê koç kirin. Me bo gelek wezaretan serlêdan kir lê tu encamek nîne. Em dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe.”