Dogan ku piştî 31 salan hate berdan: Em xwedî li pêvajoyê derkevin 2025-06-26 09:29:50   ÊLIH - Ahmet Dogan ku piştî 31 salan hate berdan, li bajarê xwe Êlihê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Dogan, got: “Em xwedî li pêvajoyê derkevin.”    Ahmet Dogan (61) ku li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê dihat ragirtin û piştî 31 salan di 25’ê Hezîranê de hate berdan, li bajarokê Girêsîra yê Êlihê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Dogan ku di têketina bajarokê de bi çepik û tililiyan hate hate pêşwazîkirin, kesên hatin serdanê bi hesreteke mezin hembêz kir. Piştre jî bi konvoyekê derbasî Taxa Guneykent a navenda Êlihê bûn. Dogan, li vir jî bi fîşekên hewayî û çîçekan hate pêşwazîkirin. Şêniyên taxê, li ber stranên pêşwazîkirinê govend gerandin.    Rêveberê TUHAY-DER’ê Kadrî Tekîn, got: “Em careke din xêrhatina hevalê xwe Ahmet Dogan dikin ku zêdetirî 31 salan di girtîgehê de ma û bedelekî giran da. Di serî de malbata wî, çavên tevahiya gelê me ronî bin. Hêvîdarin ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû girtiyên siyasî û girtiyên nexweş bên berdan."    Ahmet Dogan jî diyar kir ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan ji bo gele Kurd girîng e û wiha got: “Divê tevahiya gelê Kurd xwedî li vê bangê derkeve. Hemû pêvajoyên zehmet derbas dibin û ev rewşa girtîbûnê jî xelas bû. Pêvajoyeke nû dest pê kir. Divê em bi girseyî xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”    AHMET DOGAN KÎ YE?   Ahmet Dogan, di sala 1994’an de li Êlihê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebbedê lê birî. Diviyabû di Çileya 2025’an de bihata berdan lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya wî ji bo 6 mehan taloq kir. Dogan, li girtîgehên Êlih, Gîresûn, Şirnex, Wan û Edeneyê ma.