Ji bo rojnameger Rabîa Onverê biryara neşopandinê hat dayin 2025-06-25 15:28:58   WAN - Di lêpirsîna der heqê rojnameger Rabîa Onverê de ku ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal lê hatibû vekirin, biryara neşopandinê hate dayin.    Di lêpirsîna der heqê rojnameger Rabîa Onverê de ku bi îdiaya “kîn û dijminatî navbera gel de sor kiriye” hatibû vekirin, biryara neşopandinê hate dayin. Serdozgeriya Komarê ya Geverê di biryara xwe de ji bo parvekirinên Rabîa Onverê got “di çarçoveya azadiya fikr û xweîfadekirinê de ye.”    Parvekirinên Rabîa Onverê yên têkildarî tundiya polîsan a piştî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê û û parvekirina hinek nûçeyan weke sûc hatibûn nîşandan.