Polîtîkayên necezakirinê cînayetên jinan zêde dikin 2025-06-24 09:37:20   AMED - Jinên Liceyî diyar kirin ku sedema tundî û cînayetên jinan polîtîkaya necezakirinê ya dewletê ye û got: “Ji deriyekî dixin hundir, ji deriyê din derdixin. Ev çerx jî bi xwe re sûc diafirîne.”    Yek ji rojevên welat a ku qet naguhere jî tundî û komujiyên li dijî jina ye. Li gorî çeteleya JINNEWS’ê ya meha Gulanê, tenê di mehekê de herî kêm 21 jin hatin qetilkirin û 19 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Liceyê ya Amedê di nava du mehan de 2 jê jin 3 kesan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Di 30’ê Gulanê de jî Rengîn Yildirim a 18 salî li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, Y.E. a ducanî ku 17 salî bû li mala xwe kuştî hate dîtin.    Jinên Liceyî têkildarî vê tundiyê û mirinên biguman axivîn.    CÎNAYETÊN JINAN POLÎTÎK IN      Binevş Peker diyar kir ku jin û zarok bi destê dewletê tên qetilkirin û neçarî fihûşê tên kirin û anî ziman ku jin rastî zextekî giran a civakê tên. Binevş, Peker, got ku dema kesekî nekarî xwe vebêje, ev yek rê li ber pirsgirêkên derûnî vedike û wiha domand: “Dê bibêjî qey hatiyî asêkirin. Ev ne tenê bi destê dewletê dibe, dema malbat jî zextê dike gelek pirsgirêk derdikevin holê. Aşkeraye ku cînayetên jinan polîtîk in. Ji ber ku dema tiştek bi zanebûn hate kirin, ev dibe polîtîk. Kujerên jinan dibêjin ‘jixwe herî zêde dê 2 salan di hefsê de bimînim û piştre derkevin.’ Bi cezayên giran dikare rê li ber were girtin. Lêbelê ne bawerim dewlet di vê mijarê de gavan biavêje.”    SEDEM, NECEZAKIRIN E      Azîze Uzun jî bal kişand ser zewacên di temenê biçûk de û got: “Jin, gelek zilmê ji zilaman dibînin. Sedema cînayetên jinan, polîtîkayên necezakirinê ne. Divê cezayên giran hebin da ku jin neyên qetilkirin. Lê pê re eleqedar nabin lewma qetilkirina jinan hêj didome. Jin di her temenî de rastî zilmê tên û tên kuştin. Faîlan ji deriyekî dixin hundir û ji deriyê din derdixînğin. Ev çerx û necezakirin jî sûcên heyî dide dubarekirin.”    JIN XWE DI EWLEHIYÊ DE NABÎNIN      Yuksel Baran jî mirinên biguman ên li navçeyê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî sedemên rê li ber mirina ciwanan vedikin, mirov şaş dike. Pergal, hewl dide civakeke nepolîtîk ava bike. Ciwanan bêçare dihêle. Ji ber necezakirinê, tu jin xwe di ewlehiyê de nabînin. Ne li malê ne jîl i tax û kolanê jin xwe di ewlehiyê de nabînin. Ji bo pêşîlêgirtina cînayetên hewcehî bi cezayên giran heye. Sedema tundî û cînayetên li dijî jinan, pergal e. Anku pergala mêr-dewletê ye. Divê li dijî vê seknekî xurt were nîşandan. Ji bo pêşîlêgirtina zîhniyeta mêrê serdest û tundiya civakî, divê jin bêhtir berpirsyartiyê li xwe bigirin.”    POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET     Rozerîn Yîgîtel jî got ku yek ji sedemên tundî û cînayetên li bakurê Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet in û axaftina xwe wiha qedand: “Yek ji sedemên herî girîng jî polîtîkaya necezakirinê ye. Heke dema zilamekî jinek qetil dikir bi hata cezakirin, êdî ev rewş ewqas zêde çênedibûn. Kravetê dixin stûyê wan, gotina ‘ez poşmanim’ pê didin kirin û polîtîkaya necezakirinê weke derfetekê dixin destê wan. Anku cezayek nayê dayin û ev jî jî di destê zilam de vediguhere hêzekê. Zilam dibêje ‘Ez çi bikim jî ev dê ji min re bimîne.’”