Di lêpirsîna rojnameger Rabîa Onverê de biryara neşopandinê hat dayin 2025-06-23 12:05:35 COLEMÊRG - Di lêpirsîna ji ber nûçeyan der heqê rojnameger Rabîa Onverê de hatibû vekirin, biryara neşopandinê hate dayin.  Nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver têkildarî bikaranîna sepanên li Colemêrgê fihûş û tiryakê belav dikin nûçe çêkiribû û bi vê sedemê der heqê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê têkildarî nûçeyên Rabîa Onverê bi îdiaya “agahiyên xelet parve kiriye” lêpirsîn dabû destpêkirin û di vê çarçoveyê de îfadeya wê girtibû. Di lêpirsînê de biryara neşopandinê hate dayin. Di biryara neşopandinê de hate gotin ku nûçe “di çarçoveya azadiya çapemeniyê de” hatiye çêkirin.