Xizmên Atak ê ji doza JÎTEM’ê tê darizandin êrişî xebatkarên şaredariyê kir 2025-06-22 11:10:18 ŞIRNEX - Midûriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Cizîrê li hotêla yek ji bersûcên cînayetên “kiryarnediyar” Kamîl Atak venihêrîn kir û têkildarî kêmasiyan rapor amade kir. Li ser vê yekê, xizmên Atak bi çekan ser midûriyetê de girtin û xebatkarek bi giranî birîndar kir.  Ji ber negirtina tevdîrên şewatê, di 21’ê Çileyê de li Hotêla Grand Kartalê ya li Kartalkayayê karesat çêbû 78 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî karesata li Kartalkayayê, Wezareta Karên Hundir ferman da ku li hemû hotêlan venêrîna rewşa lezgîn û ewlehiya şewatê bên kirin. Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê jî di vê çarçoveyê de dest bi venêrîna hotêlan kir. Midûriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Cizîrê, di 20’ê Hezîranê de çû Hotêla Dîcleyê. Di venêrînê de hate tespîtkirin ku gelek kêmasiyên ewlehiyê yên cidî hene û di vê mijarê de rapor hate amadekirin. Ev hotêla behsa xeberê, hotêla sercerdevanê berê Kamîla Atak e ku di doza JÎTEM’ê ya di salên 90'î de bi cînayetên “kiryarnediyar” tê naskirin, tê darizandin. Piştî amadekirina raporê, xizmên Atak bi çekên xwe bi ser Midûriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Cizîrê de girtin û xebatkarên wê derb kirin. Di dema serdegirtina bi çekan de li serê xebatkarekî hate xistin û serê wî şikandin. Ji bo tedawiyê, 15 kêl avêtin cihê birîna xebatkarî.    RAPOR: LI HOTÊLÊ EWLEHIYA ŞEWATÊ TUNE YE     Li gorî rapora Midûriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Cizîrê amade kiriye, rêyên reva ji şewatê, lewhayên arastekirinê, derenceyên şewatê û binesaziya vemirandina şewatê tune ne. Di raporê de hate gotin ku avahî tenê ji yek derenceyê pêk tê ku ev jî li gorî rêziknameyê ye û bi vê yekê re di dema şewatê de gefeke mezin ser ewlehiya canê welatiyan çêdibe. Her wiha hate destnîşankirin ku li hotêlê ne pergala gazê tespît dike, ne terîbata vemirandina otomatîk, ne di asta tê xestin de cîhanêz vemirindina şewatê ne jî pergala tehliyekirinê tune ne. Hat diyarkirin ku odeya jeneratorê bi awayekî xetere hatiye amadekirin, qabloyên ceyranê yên li avahî li derve ne û pergala asansorê jî ji bo hişyariya şewatê nehatiye amadekirin.    PIŞTÎ RAPORÊ BI SER MIDÛRIYETÊ DE HATE GIRTIN     Piştî tespîtên di raporê de, 3 xizmên xwediyê hotêlê Kamîl Atak, hatin Midûriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Cizîrê û êrişî xebatkarên tev li venêrînê bûn û rapor îmze kiribûn, kirin. Ji xebatkarên agirkujiyê F.T. ku ji serê xwe birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û 15 kêl avêtin serê wî.    ŞAREDARIYÊ GILÎ KIR    Şaredariya Cizîrê, têkildarî êrişa li dijî xebatkarên wan hatiye kirin, lêpirsîn da destpêkirin. Her wiha şaredariyê der heqê êrişkaran de jî serlêdana sûc kir.    MA / Zeynep Durgut