ROJEVA 19’Ê HEZÎRANA 2025’AN 2025-06-19 09:00:03 * Berdevka Înîsiyatîfa Jin Jiyan Azadî ya Makedonyayê Marija Arsenkova banga Abdullah Ocalan bi gotina “Dengê herî bilind ê heqîqet û aqlê selîm” nirxand û got: “Ocalan û PKK’ê tişta rast kir, lê niha dora Tirkiyeyê ye.”  * Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan, got: “Ne aştî ne jî demokratîkbûn ji ber xwe ve nayên. Ji bo vê pêdivî bi têkoşîna yekbûyî ya Tirk, Kurd, karker û kedkaran heye.”    * Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê bal kişandin ser bandora erênî ya şerê Îsraîl-Îranê ya li ser çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd û xwestin dewlet ji bo çareseriyê gavên lezgîn biavêje.    * Mûstafa Dogan ku kurê wî Guney Dogan di Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Garê de jiyana xwe ji dest dabû, got: “Xeyalên wan aştî bû. Xwezî aştî bihata û şer bi dawî bûbûya.”    * Akademîsyen Kamûran Berwarî diyar kir ku ji bo Îranê tekane rêya xelasiyê, felsefeya “Jin, jiyan, azadî” ye û got: “Heke Îran pêvajoyeke nû ya avakirinê nede destpêkirin, dê sedsala pêşiya me winda bike.”    * Şandeya DEM Partiyê ku Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî di nav de dê biçin Girtîgeha Marmarayê û serdana Ekrem Îmamoglû û siyasetmedaran bikin. (09.00-18.00) ZINDÎ   * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê li navenda giştî ya partiyê mijarên di rojevê de binirxîne. (11.30) ZINDÎ   * Şaxa ÎHD'a Colemêrgê dê li pêşiya avahiya şaredariyê ya berê têkildarî girtiyên nexweş daxuyaniyê bide. (12.00)