Tehliyeya Canan ê ‘poşmantî’ red kir ji bo 6 mehan hate taloqkirin 2025-06-16 11:07:12 WAN - Tehliyeya Erdal Canan ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, bi hinceta “poşmantî” qebûl nekiriye ji bo 6 mehan hate taloqkirin.  Tehliyeya Erdal Canan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin, bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve ji bo 6 mehan hate taloqkirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê di sala 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 11 sal û 6 meh cezayê hefsê dabû Canan. Canan, di 13’ê Nîsanê de înfaza cezayê xwe temam kir. Lêbelê lijneyê di 12’ê Nîsanê de tehliyeya Canan ji bo 6 mehan taloq kir.    Tu cezayên disiplînê yên Canan nînin û tehliyeya wî bi hincetên “PKK’ê weke rêxistina terorê nabîne” û “poşman nîne” hate taloqkirin. Rewşa tehliyekirina Canan dê di 13’ê Cotmehê de bê nirxandin.