DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê 2025-06-13 21:53:21 ENQERE - DEM Partiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên li herêmê û bertek nîşan da.  Komîsyona Karên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li civaka navneteweyî kir ku vegerin ser muzakere û çareseriya aştiyane. Hevberdevkên Komîsyona Karên Derve yên DEM Partiyê Ebrû Gunay û Berdan Ozturk di daxuyaniya nivîskî de diyarkirin ku êrişên Îsraîlê di demeke ku muzakereyên nukleerî yên bi Îranê re didomin de pêk û ev yek hewldanên çareseriyê dixe zehmetiyê û qadên pevçûnên nû dafirîne.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber êrişên Îsraîlê sivîl zirarê dibînin û mîna li Xezeyê qanûnên navneteweyî nas nake. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hikûmeta Netanyahu ji berpirsiyariyê direve. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hedefgirtina tesîsên nukleerî yên çalak li Îranê rê li ber karesatek mezin a jîngehê vedike û hat bibîrxistin ku êrişên bi vî rengî ne tenê gelê Îranê, di heman demê de gelên welatên cîran jî dixe xetereyê û wiha domand: "Îsraîl bi van êrişên ku pişta xwe dispêre dûrbûna erdnîgariyê bêberpirsyartiya wê nîşan dide."   DEM Partî bang li hikûmetên DYA û Îsraîlê kir ku demildest dawî li van êrişên ku sivîlan dixin xetereyê bînin û muzakereyên dîplomatîk ên bi Îranê re bidomînin.