Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da 2025-06-13 21:33:21 ÊLIH - Şemsettîn Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da. Ekîncî, li bajarê xwe Êlihê hate definkirin.  Şemsettîn Ekîncî (70) ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê dihat ragirtin û di Çileya 2025’an de hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da. Ekîncî, duh ji ber îflaskirina gelek organên wî rakirin nexweşxaneyeke li Antalyayê û li vir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ekîncî îro ji bo definkirinê anîn bajarê wî Êlihê. Cenazeyê Ekîncî li balafirgehê hate hilgirtin û anîn gundê Gulîka yê navçeya Kercewsê. Piştî wecîbeyên olî, Ekîncî hate definkirin.    Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna qeyûm hatiye tayînkirin, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Êlihê û gelek welatî tev li definkirina cenazeyê bûn. Şîna Ekîncî dê li mala sine ya li navenda Kercewsê bê qebûlkirin.    DER HEQÊ EKÎNCÎ DE   Ekîncî, di Çileya sala 2017’an de ji ber xitimîna demarekî mejiyê xwe krîza dil derbas kir û piştî dermanê xwînê ron dike dayînê, dîsa şandin girtîgehê. Di sala 2018'an de jî li qawîşê rewşa wî giran bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çîgliyê. Wê demê jî xwîn çûbû ser mejiyê Ekîncî. Felcê li rexa çepê ya Ekîncî xist û êdî nema dikariya rabe ser pêyan. Di demên berê de gelek caran birin ATK’ê lê her carê tenê rapora “Nikare li girtîgehê bi tena serê xwe bimîne” hate dayin. Daxwaza taloqkirina înfazê jî hatibû redkirin.    Ji bo tedawiyê anîbûn Girtîgeha Tîpa R a Menemenê lê di mijara tedawîkirinê de tu pêşketin çênebûn û rewşa wî ya tenduristiyê roj bi roj girantir bû. Ji ber ku ji navtengê pê de felc bû, laşê wî bûbû birîn. Ji ber birîn û êşên di devera destavê, nedikariya biçe destava biçûk û mezin û li ser vê yekê torbeyê îdrarê xistibûn laşê wî. Ji bo tedawiya çav çendek caran çû Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurtê lê bêyî ku tedawî bibe dîsa paşve anîbûn.    Ekîncî, di Çileya 2025’an piştî 30 salan hatibû berdan.    Ekîncî, dema ketî girtîgehê 39 salî bû û di 70 saliya xwe de derket.