Li Sûriyeyê çi diqewime? 2025-06-13 13:51:10   RIHA - Sûriye di kişika aktorên herêmî de qada têkoşînê ye ku her pêngavên lê tên avêtin bi hûr û kûr tên hesabkirin. Dê dîplomasiya stratejik a Rêveberiya Xweser û yekitiya Kurdan di vê hevkêşeya aloz de diyarker bin.    Li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baasê û destanîna Heyet Tehrîr el-Şamê li ser desthilatê de şeş meh derbas bûn, di nava vî şeş mehî de gelek guherînên siyasî, leşkeri û aborî rû dan. Lêbelê ev pêvajo, di dewsa îstîqrara navxweyî de bi aloziyê û hewlên bo lêgerîna meşrûiyeta derve û qayişkêşana aktorên herêmî ve şêwe girt. Geşedanên ku bi tayînkirina Serkirdeyê HTŞ’ê Ahmed el-Şara wek serokê demkî yê Sûriyê û heta rakirina mueyîdeyên Amerîkayê nîşan dide ku Sûriye veguheriye depek aloz a kişikê. Rûdanên di nava du hefteyên dawîn de, van hevkêşeyan bêtir tevlihev kir.     LÊGERÎNA MEŞRÛIYETÊ Û NAKOKÎ   Hikûmeta demkî ya Şamê, bi serkirdetiya El-Şara ve ji bo meşrûiyeta navneteweyî bi dest bixe lêhûr bû ye. Di 29’ê Çile de El-Şara weke serok hate tayînkirin, lidarketina Kongreya Guftûgoyên Neteweyî ya di 25-26’ê Sibatê û îlana danezana destûra bingehîn a di 13’ê Adarê weke avêtina bingeha Sûriyeya nû hate raberkirin. Lêbelê ev gav, bêyî ku di navxweyî de rêbazeke tevgir ava bike, nîşaneya lêgerîna desthilata yekalî ye. Hikûmeta ku di 29’ê Adarê de bi pêşengiya El-Şara ve hate avakirin, bêyî ku beşên dîtir ên civakê temsil bike, xeta HTŞ a şerîatparêz-cîhadîstê dide der. Ev rewş, li dijî ruhê hevpeymana bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk a di 10’ê Adarê de ye û ji bo cibicihkirina hevpeymanê astengiyan ava dike.   MUEYÎDE HATIN RAKIRIN   Ji ber sedema berjewendiyên hêzên hegemon di qada navneteweyî de El-Şara bi germahî tê pêşwazîkirin, ev yek di qada navneteweyî de ji bo Hikûmeta Şamê avantajan diafirîne. Hinek welatên Ereb, bi piştevaniya Tirkiyeyê û Fransayê ve ji bo meşûiyeta hikûmetê roleke diyarker dilîzin. Di 14’ê Gulanê de li Erebistanê Seûdî hevdîtina bi Trump re û rakirina mueyideyên DYA’yê ji bo Şamê bû xala werçerxê. Lêbelê ev pêvajo, bi zêdebûna desthilata Erebistana Seûdî ve bi xwe re hinek tevlihevî peyda kir. Pêşniyariya Seûdî ya bo rakirina mueyideyan û şertên ku DYA danî (çavdêriya Seûdî li ser banka, parastina kêmneteweyan, qedexekirina çekên stratejik), qada tevgerê ji bo El-Şara sînordar kir. Parvenekirina hinek ji van şertan bi MÎT’ê re bû sedema qeyranê di navbera Hikûmeta Şamê û Tirkiyeyê. Di du heftiyên dawîn de, rewşa siyaseta Sûriyeyê bêtir bi hereket bû. Di 20’ê Gulanê de YE, rakirina mueyideyên aborî ji bo Sûriyeyê ragihand, ev biryar ji aliyê Nûnerê Derve yê YE’yê Kaja Kallas ve jî hate aşkerakirin. Di civînên Koma Tirkiye-DYA ya Sûriyeyê de, her du welatan parastina yekparetiya Sûriyeyê û vegera welatiyên Sûriyeyê yên derve ravekir. Di daxuyaniya hevpar a di 21’ê Gulanê de, di çerçoveya têkoşîna bi DAIŞ’ê re rewşa girtîgehan, kampan û rakirina mueyideyan hate gotûbêjkirin. Herwiha, daxuyaniyên Wezîrê Derve Hakan Fîdan li ser geşedanên li Sûriyeyê di civîna Teşkîlata Dewletên Tirkî de aşkera kir ku planên Tirkiyeyê yên ji bo hevkariya bi rêveberiya nû re dê berdewam bikin. Her çendî ev geşedan piştgiriyê bidin ji bo hewldanên hikûmeta Şamê ji bo xurtkirina meşrûiyeta xwe ya navneteweyî lêbelê nebûna gavên berbiçav ji bo çareserkirina aloziyên navxweyî balkêş e.   HEVSENGIYÊN HESAS   Rewşa ewlehiya li Sûriyeyê bi hatina HTŞ’ê bo ser desthilatê hîn aloztir bûye. Bi cihkirina komên selefî yên radîkal û serokirdeyên SMO’yê ji aliyê MÎT’ê ve bo nav saziyên hikûmetê, binpêkirinên berdewam ên li dijî kêmneteweyan û êrîşên DAIŞ’ê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nîşan didin ku aramî dûr e. Di 6-9’ê Adarê de komkujiyên li dijî Elewiyan û di navbera 29’ê Nîsanê û 3’yê Gulanê de pevçûnên bi Durziyan re eşkere dikin ku hikûmeta Şamê nikare rêveberiyek berfireh ava bike. Bi sazkirina rêziknameyan ji bo komên wekî Ûygûr, HTŞ hewl dide hem cîhana derve razî bike û hem jî plan dike ku van koman li dijî gefên potansiyel ên radîkal bikar bîne. Bombebaranên Îsraîlê yên li ser hedefên leşkerî yên hikûmeta Şamê aloziya herêmî zêde dike. Îsraîl, nêzikbûna komên Sunnî yên radîkal bi qasî Hamas û Hîzbûllah bi xeter dibîne. EV rewş, di nava Tirkiye û Îsraîlê de pevçûneke binavgîn tîne rojevê. Tirkiye, vê tirsa Îsraîlê ji bo wergritina piştevaniyê ji welatên Rojava bikar tîne û dixwaze rola HSD’ê ya li dij DAIŞ’ê wergire û aresteyî Hikûmeta Şamê bike. Di hundir de jî di nava hinek baskên HTŞ’ê de tevlihevî derdixîne. Baskên alîgirên Tirkiyeyê, bi cihbûna Şam û herêmên hesas ên ewlihiyê yên peravê ve xwe weke aktorê herî xurt nîşan dide. Ev rewş ji bo baskê alîgirê El-Şara metirsiyan çêdike û baskên dijber, hewl dide ku tevgerên fermandarên El-Şara sînordar bike. MÎT’ê di serdana El-Şera bo Tirkiyeyê de mercên ji bo rakirina mueyideyan wek biçûkxistina rola Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê şîrove kir û ev bû sedama kûrbûna rageşiyan.    Di hefteyên dawî de, dînamîkên leşkerî li Sûriyeyê nîşan dane ku rageşî zêde dibin. Di 29’ê Gulanê de, DAIŞ’ê êrişa xwe ya yekem li ser hikûmeta nû ya Sûriyeyê dest kir, 7 leşkerên ji Şamê di du êrişên cuda de hatin kuştin. Ev nîşan dide ku DAIŞ hîn jî gef e û dibe ku kiryarên xwe yên li dijî hikûmeta nû zêde bike. Di 30’ê Gulanê de, Îsraîlê li depoyên çek û cebilxaneyê yên Lîwaya 107’emîn a Artêşa Sûriyeyê li Lazkiye û Tartûsê xist. Tê texmînkirin ku di van êrîşan de ji sedî 85’ê cebilxaneya artêşa Sûriyeyê hatiye tunekirin. Di 2’ê Hezîranê de, DYA dest bi vekişîna du baregehên xwe yên leşkerî yên herî mezin li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di 3’ê Hezîranê de, rayedarekî berevaniyê yê DYA’yê ragihand ku 500 leşkerên Amerîkî ji Sûriyeyê vekişiyane, du baregeh hatine girtin û baregehek radestî HSD’ê hatiye kirin. Di heman rojê de, du roketên Grad ji Sûriyeyê ber bi Girên Golanê ve hatin avêtin, piştî vê yekê hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê ketine qada hewayî ya Sûriyeyê. Ev geşedan nîşan didin ku Îsraîl siyaseta xwe ya qelskirina hebûna leşkerî li Sûriyeyê didomîne û rola DYA ya li herêmê ji nû ve dinirxîne.   FIRSEND Û KEMÎN   Rakirina mueyideyan henaseyeke aborî da Hikûmeta Şamê. Di şeş mehên dawî de gelek soz û peymanên aborî hatine dayîn, lê di asta jiyana gel de ti başbûneke girîng nehatiye dîtin. El-Şara, mîna rejîma Esed, bi belavkirina çavkaniyên aborî ji bo derdora xwe û alîgirên xwe hêza xwe xurt dike. Welatên Kendavê û Tirkiye bi rêya peymanên aborî li dû desthilata siyasî ne. Nexasim, şertê ku Erebistana Siûdî sozdayîna razemeniya avakirinê li Şam, Lazkiye û Tartûsê, giraniya Riyadê dê di pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyeyê de zêde dike. Ev vejîna aborî ji bo Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xetereyan diafirîne. Eger ev herêm ji peymanên aborî werin derxistin, stratejiya Tirkiyeyê ya afirandina nerazîbûnê di nav gel de dibe ku bibandor be. Ji bo Rêveberiya Xweser girîng e ku li dijî vê rewşê dîplomasiyeke baldar bimeşîne û çavkaniyên aborî yên alternatîf bibîne. Di demên dawî de di warê aborî de jî gavên girîng hatine avêtin. Banka Cîhanî ragihand ku deynê 15.5 milyon dolarî yê Sûriyeyê ji aliyê Erebistana Siûdî û Qeterê ve hatiye dayîn. Her wiha, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar ragihand ku di demek nêzîk de dê bi qasî 2 milyar metrekup gaz ji bo Sûriyeyê were hinardekirin. Ev geşedan girêdayîna hikûmeta Şamê bi piştgiriya derve ji bo vejîna aborî zêde dikin, di heman demê de xeteraya vederkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji vê pêvajoyê zêde dikin.   PEYMAN Û DÎNAMÎKÊN NÛ   Her çendî peymana 10’ê Adarê ya di navbera Hikûmeta Şamê û QSD’ê de xwedî potansiyela pêşvebirina mijarên bingehîn ên wekî deverên dagirkirî, nenavendîkirin û mafên Kurdan be jî, di pêkanînê de rastî astengiyan tê. Bê guman ya herî girîng ji van astengiyan Tirkiye ye, ku dixwaze destkeftiyên Kurdan ji holê rake. Her wiha, hikûmeta Şamê armanc dike ku dem qezenc bike da ku bêtir hêz kom bike û QSD’ê ji aliyê aborî û leşkerî ve qels bike. Peymana ku di 28’ê Gulanê de di navbera QSD û HTŞ’ê de hat îmzekirin, aliyekî nû yê têkiliyan vekir. Li gorî peymanê, hate gotin ku QSD dê bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re were entegrekirin. Rexmê ev peyman hevkariya di navbera Şam û HTŞ’ê de xurt dike jî, lêgerîna HTŞ’ê ya zêdekirina bandora xwe li Bakurê Rojhilat ji bo Rêveberiya Xweser xetereyên nû diafirîne.   Yekîtîya navxweyî ji bo Kurdan pir girîng e. Her çendî konferansek ji bo yekrêziya Kurd hatibe lidarxistin jî, asta temsîliyetê ji hêviyên me kêmtir bû. Xurtkirina Rêveberiya Xweser bi şêwirmendên pispor û hevkariya aborî bi Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê re dikare zextê kêm bike. Her wiha, dîplomasiya herêmî bi Îsraîl, Îmaratên Yekbûyî yên Ereb û Misirê re ji ber bandora wan li ser Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê girîng e.   Di demekê de ku hikûmeta Şamê hewl dide ku pozîsyona xwe bi rewatiya derveyî û destkeftiyên aborî xurt bike, aloziyên civakî yên navxweyî û kaosa ewlehiyê aramiyê tehdît dikin. Rakirina mueyideyê YE’yê, vekişîna leşkerên Amerîkî, êrîşên hewayî yên Îsraîlê û êrîşên nû yên DAIŞ’ê di du hefteyên dawî de hevsengiyên hesas ên li Sûriyeyê bêtir dihejînin. Bandora zêde ya Erebistana Siûdî, pevçûnên fraksiyonên di nav HTŞ’ê de û dînamîkên nû di têkiliyên Şam-Qamişlo de Sûriyeyê dixe serdemeke nû. Lêbelê, ev serdem bi pevçûnên nû tijî ye heke rêveberiyek berfireh û lihevkirinek civakî neyê bidestxistin. Dîplomasiya stratejîk a Rêveberiya Xweser û yekîtîya Kurdan dê di vê hevkêşeya tevlihev de diyarker bin. Sûriye li ser kişika aktorên herêmî de qada têkoşînê ye ku her pêngavên lê tê kirin bi hûr û kûr tên hesabkirin.    MA / Erdogan Altan