Li Hindistanê balafira rêwiyan ket 2025-06-12 12:08:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hindistanê balafireke rêwiyan ku 242 kes lê siwar bûn, kete xwarê.  Balafira rêwiyan a Air India ya Hindistanê ku 242 rêwî tê de bûn, li bajarê Hindistanê Ahmedabadê kete xwarê. Piştî ketina balafirê, dûyeke mezin rabû û hatin û çûna ber bi herêmê ve hate sekinandin. Têkildarî encama mirî û birîndaran agahî nehatin parvekirin.    Hat diyarkirin ku di balafirê de 242 kes hebûn.