Pervîn Bûldan: Em ji pêvajoyê bawer in, ji ber ku Ocalan heye 2025-06-07 15:27:48   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partî di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de bi gel re civiya. Di çalakiya li Wanê de Pervîn Bûldan axivî û got, "Em ji vê pêvajoyê bawer in. Ji ber ku Birêz Ocalan heye û em bi wî bawer in."   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran cejna gel pîroz kir.   WAN    Li Wanê rêvebirên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi gel re cejn pîroz kirin. Pîrozbahiya cejnê ku li avahiya Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê pêk hat û di nav de endama Serokwekîla Meclisê ya DEM Partiyê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan û gelek kes amade bûn.   Di serdanên cejnê de Hevserokê DBP'ê yê Wanê Cemal Demîr bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27 'ê Sibatê de hatiye kirin û got, "Banga Birêz Ocalan ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî wateyeke dîrokî ye. Bi vê pêvajoyê re têkoşîna gelê Kurd derbasî qonaxeke nû bûye. Divê hikûmet hêviyên gel pêk bîne. Divê dewlet xwedî li sozên xwe derkeve." Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt jî got, "Ev pêvajo dikare ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn rê li ber aştiyeke bi rûmet veke. Ji ber vê yekê divê her kes li banga Ocalan xwedî derkeve."   Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan diyar kir ku ew hêvîdar in cejn rê li ber aştiyeke mayînde veke û wiha got: "Heta Birêz Ocalan û hemû hevalên me yên girtî azad bibin, têkoşîna me wê bidome. Gelê Kurd heta roja îro bedelên giran da, lê belê hebûna xwe jî mîsoger kiriye ku ji aliyê hemû cîhanê ve bê naskirin. Pêvajoya ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin wê rê li ber azadiya gelê me veke. Têkoşîna me ya li dijî qeyûman wê bidome. Em vîna vî gelî ne û em ê heta dawiyê di xizmeta gel de bin."   'EM BI BIRÊZ OCALAN BI BAWER IN'   Di dawiyê de Pervîn Bûldan axivî û wiha got: "Em ketine pêvajoyeke nû ku em hemû bi hêviyeke mezin xwe di nava xwe de dibînin. 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' di nava mîlyonan mirovî de kelecan û hêviyek mezin ava kir. Di her hevdîtinê de ku me bi Birêz Ocalan re kir, ji me xwest ku em silavên wî yên taybet ji tevahiya gelê xwe re ragihînin. Bi vê wesîleyê silav û hezkirinên Birêz Ocalan ji gelê Wanê re radigînim. Di her hevdîtina me de destnîşan dikir ku em ê bi hêvî û coşeke mezin ji vê pêvajoyê derkevin. Di nîqaşên me de Birêz Ocalan hişyarî da û got, 'Ev aştî wê bibe aştiyeke bi rûmet. Ji bo tiştên dawî yên divê ewilî bên kirin, pêşiyê nede' Ji ber vê yekê divê gelê me xwe rehet hîs bike. Eger aştiyeke bi rûmet pêk neyê, ev aştî pêk nayê. Em di destpêka serdemeke nû de ne ku gelê Kurd tevî hemû gelan wê bigihêje azadiya xwe. Em ji vê pêvajoyê bawer in. Ji ber ku Birêz Ocalan parçeyek ji vê pêvajoyê ye û em pê bawer in."   ÎZMÎR   Partiya Wekhev û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Îzmîrê bi wesîleya Cejna Qurbanê li avahiya navendê bi welatiyan re hat gel hev û cejna wan pîroz kir. Parlamenterên DEM Partiyê yên Îzmîrê Îbrahîm Akin û  Burcugul Çubuk jî tevli bernameyê bûn.   Hevseroka DEM Partî ya Îzmîrê Fulya Erdogan da zanîn ku ew bi hêviya aştiyê hatine gel hev û j ibo ev hêvê bê mezinkirin wê têbikoşin. Her wiha Fulya Erdogan daxuyakirin bila cejn bibe wesîleya aştiyê. Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Selçuk Odabaş jî balkişand ser têkoşîna hepvar û cejna welatiyan pîroz kir.   Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk jî wiha got: “Bila cejn dibe hêviya aştiyê. Em bi hêviyên mezin xwedî li aştî û azadiyê derkevin. Ev pergala ku hebûna Kurd bi terorê re wekhev dibîne divê êdî biguhere. Em ji bo vê her sal bi hêviyên mezintir derdikevin vê rê.” Parlamenter Îbrahîm Akin jî daxuyakirin ku divê hemû girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: “Berdana çekan nayê wateya teslimiyetê.Erka me ya ku em hebûna Kurd mezin bike heye. Çareseriya pirsgirêkan bi civakek rêxistinkirî pêkane.”   Bername bi gotinên welatiyan yên ji bo cejnê anîn ziman bidawî bû.   EDENE   Di pîrozbahiya cejnê de ku li avahiya Rêxistina Bajêr a Edeneyê ya DEM Partiyê hate lidarxistin, rayedarên partiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr û gel hatin cem hev. Di tevahiya pîrozbahiya rojê de li ser geşedanên heyî axaftin hatin kirin.    Her wiha welatiyên ji bo malbatên girtî û hikumxwaran (AATÛHAY-DER) û Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Edeneyê re serdanên betlaneyê li Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Hezkiriyên Xwe Winda Kirin (AKKAY-DER) û Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (AATÛHAY-DER) ziyaret kirin.   Rêvebirên DEM Partiyê li Mêrsîn, Osmaniye, Hatay û Antalyayê bi welatiyan re cejn pîroz kirin.