ROJEVA 03'E HEZÎRANA 2025'AN 2025-06-03 09:00:00   * Endamê Heyeta Îmraliyê Faîk Ozgur Erol da zanîn ku Abdullah Ocalan gotiye, 'Siyaseta demokratîk ji çekan xurttir e' û wiha axivî: "Bi peymaneke nû re tacîdarkirina hewldana aştiya mezin bi kêrî her kesî tê. Divê di merheleyên pêş de kanalên hiqûqî bikevin dewrê."   * Li Çiyayê Gabarê talana xwezayê berdewam e, li hinek deveran li kêleka rê bi hezaran darên jêkirî hatin dîtin.    * Hevjîna dadgêrê Dadgeha Îdarî ya Herêmê M.B. jî bi dekbaziya înternetê ve xapiya. S.B. a ku bi wadên “pereyên birehetî” ve bi tora dekbaziyê xapiya, dora 8 mîlyon TL winda kir.   * Endama MYK'ê ya DBP'ê Aşye Çelîkbîlek diyar kir ku divê destûra bingehîn a nû bibe 'peymana ku vîn û rengê jinê nîşan dide'.   * Mûslîme Boz a ku keça wê ya endama YJA Starê di êrîşa bi çeka kîmyewî de jiyana xwe ji dest da û di heman demê de keçeke wê jî dîl hatiye girtin wiha got: "Em êşên giran ku me kişandine ancax bi aştiyeke mayînde derbas bikin.”   * Endamê Parêzvanên Mafên Jiyanê Mansûr Karaca diyar kir ku piştî 'qanûna komkujiyê' ya ku kuştina heywanên li kolanan pêşiya wê vedike bûyerên şîdetê zêde bûne û wiha got: "Divê qanûna komkujiyê bê rakirin û ji ber şîdeta li hemberî heywanan cezayên giran li wan bê birîn.”   * Serokê Baroya Sêrtê Mûhammed Alptekîn diyar kir ku bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku mafê hêviyê dide cezayê muebbetê yê giran, berpirsyariyeke exlaqî û hiqûqî ya desthilatdariya siyasî û dadgeriyê ye.   * Komek xwendekarên li ODTU'yê Koma Lêkolînên Kurdî ava kirin. Endamê komê Eren Rojhat Emîcî diyar kir ku divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi destûra bingehînî were naskirin.   * Endama Lijneya Berdevkên TOP'ê Juliana Gozen diyar kir ku ev pêvajo wekî bendeke nû ya têkoşînê û zemîneke bilindbûna hevgirtinê nîşan dide û divê sosyalîst bibin kirdeyên vê pêvajoyê.   * Li Dêrsimê li qada ku gora bîrdariyê lê ye, tê plankirin ku kana qûmê û pomza werin avakirin. Welatî li dijî kargeha ku weke 'êrîşa li dijî bîra kolektîf' pênase dikin serî li dadgehê dan.   * Jinên beşdarî 1'emîn Konferansa Jinên Kurd a Li Amedê pêk hat bûn diyar kirin ku ew ji bo maf û azadiya xwe li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin û diyar kirin ku ew ê têkoşînê bidomînin   * Greva karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê dê di roja 6'emîn de dewam bike. (10.00)   * Karsazê Kurd Savaş Bûldan dê li ser gora xwe ya Avcilarê bê bibîranîn. (11.00)    * Saziyên zimanê Kurdî dê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê meş li dar bixin û konserê bidin. (12.00-18.00) ZINDÎ   * Meclîsa Bajêr a Amedê wê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmed 'Meclisa Mîrateya Çandî û Bajarvaniyê' îlan bike. (13:00)    * Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari wê di civîna koma meclisê de biaxive. (12:45) ZINDÎ