ROJEVA 30’Ê GULANA 2025’AN 2025-05-30 09:00:06     * Endamê Komîsyona Edaletê ya Meclisê Onur Duşunmez ê DEM Partiyî diyar kir ku hewceye di pêvajoya nû de di qanûnan de sererastkirin bên kirin û got ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad be.     * Sekreterê Giştî yê Die Linke ya Almanyayê Janis Ehling diyar kir ku kongreya PKK’ê firsendeke dîrokî ye û got: “Gava ji vir û şûnde divê were avêtin, berdana Abdullah Ocalan e. Her wiha divê PKK êdî weke ‘rêxistina derqanûnî’ neyê dîtin.”    *  Li Mêrdînê R.B yê ku ji ber tecawiza 2 zarokan dihat darizandin, tevî ku sûc qebûl kir jî ji ber îfadeyên di dema danîşînê de guherî serbest hat berdan.   * Hizne Arslan ku 9 sal in li cenazeyê keça xwe û 30 sal in jî li cenazeyê mamê xwe digere, wiha got: “Ez ê kujeran efû nekim. Lê ez ê ji bo aştiyê her tiştekî bikim. Bila êdî dilê tu kesên din neşewite.”   * Endama PM’a DBP’ê Hebûn Aslan bal kişand ser atolyeyên bi dirûşma “Bi jina azad ber bi civaka demokratîk ve” û got ku jin di navenda avakirina civaka demokratîk de cih digirein û ew bi rêya atolyeyan têkoşîna rêxistinkirî mezintir dikin.    * Dîroknas û antropologê çandî Yektan Turkyilmaz, got: “Ji bo aştiyeke mayinde, hewcehî bi aqilekî dewletê yê stratejîk heye. Kapasîteyeke îktîdara heyî yê wiha nîne.”    * Li girtîgehên herêma Çukurovayê 11 jê giran bi giştî 46 girtiyên nexweş hene. Mehtap Sert a ÎHD’î got ku divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan.    * Mehmet Bekaroglû destnîşan kir ku divê hemû derdor daxilî pêvajoyê bên kirin û got: “Aştî dê ji bo hemû welatiyên vî welatî bibe destkeftiyek. Divê zimanê aştiyê bê avakirin û bi gel re bê vegotin.”    * Danişîna doza 15 kesên ji ber qetilkirina Narîn Guranê tên darizandin dê li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê bê lidarxistin. (09.00)   * Danişîna doza 3 kesên ji ber cînayeta Temer Temel tên darizandin dê li 3’yemîn DAdgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (09.00)   * Siyasetmedar, nivîskar û helbestvan Hamît Geylanî dê li gundê Dêmanê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê bê definkirin. (12.00)