Dayika ku 6 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan: Me zarokên xwe yên herî baş defin kir 2025-05-25 09:05:42 RIHA - Cemîle Ocalan a 95 salî ku 6 zarokên wê di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dan diyar kir ku êşa wê bi hatina aştiyê re sivik dibe û got, "Ji bo em rojeke xweş bibînin me zarokên xwe yên herî baş defin kirin."  Piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de hat kirin, PKK'ê di 1'ê Adarê de agirbest îlan kir û di navbera 5-7'ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12'emîn lidar xist. PKK'ê di daxuyaniya xwe ya li Kongreya 12'emîn de ragihand ku ew ê çalakiyên xwe bi dawî bikin. Gavên ku PKK'ê li hemberî banga Abdullah Ocalan avêtiye, hêviyên aştiyê di raya giştî de zêde kirine. Jinên ku zarokên xwe di têkoşîna azadiyê ya Kurd de winda kirine û xizmên wan ên girtî hene, bang kirin ku dewlet gav biavêje.   'BILA ÊDÎ CENAZE JI GIRTÎGEHAN DERNEKEVIN'   Xwişka girtiyê nexweşê giran Bazo Yilmaz (67) ê di 18'ê Tebaxa 2022'an de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê jiyana xwe ji dest da Îslîm Yilmaz (82) wiha axivî: "Em aştiyê dixwazin. Divê êdî dayikên leşker û gerîlayan negirîn. Em dixwazin Serokê me (Abdullah Ocalan) ji girtîgehê bê berdan. Me gelek êş dît. Dilê dayikan nikare mirina zarokên xwe hilgire. Berî ku ew jiyana xwe ji dest bide, ez çûm serdana Bozo ya li girtîgehê, gelekî qels bûbû. Nexweş bû lê nehiştin ku ew biçe. Divê tu kes li zindanê jiyana xwe ji dest nede '   Xwişka Bazo Yilmaz Kamîle Şen (65) wiha got: "Em naxwazin kes bikeve girtîgehan. Em naxwazin kes bêhna xwe ya dawî bi kelepçeyê li ser sedyeyê bistîne. Bila aştî û azadî were. Bila kes di zindanê de nemîne. Divê dewlet jî aştiyê bixwaze. Ji girtîgehê tabûtek ji me re hat, bila tu malbat ji girtîgehê tabûtê nestîne. Divê girtiyên nexweş di zûtirîn demê de werin berdan."   BANGA LI DAYIKÊN LEŞKERAN    Adile Sarıkaya (70) a ku kurê wê Farûk Sarikaya yê 9 sal berê li Kobanê di têkoşîna li dijî DAŞ'ê de jiyana xwe ji dest da axivî û wiha got: "Kurê min li Kobanê jiyana xwe ji dest da, lê nehiştin cenazeyê wî bînin û li wir hat veşartin. Dewlet ji bo ku dayik negirîn divê gavan bavêje. Divê dewlet hewl nede ku me bixapîne. Divê dayikên leşkeran jî bên û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê."   'DORA GAVAVÊTINÊ YA DEWLETÊ YE'    Emîne Yaşar (65) ku li girtîgehan gelek xizmên wê hene wiha got: "Em her tim di bin zordariyê de ne. Me tu carî ronahiya rojê nedît. Em dixwazin niha rojên xweş bibînin. Rêberê me gav avêt, niha dora gavavêtinê ya dewletê ye. PKK'ê kongreyek li dar xist, çalakiyên xwe rawestand, lê Tirkiye bi balafirên şer êrîşê didomîne. Ev tê wateya ku aştiyê naxwazin. Lê em aştiyê dixwazin. Divê girtiyan serbest berdin. Eger gav neyê avêtin, ti tişt naguhere."   WEKHEVÎ DIVÊ   Dayika Aştiyê Cemîle Ocalan (95), ku di têkoşîna azadiyê ya Kurd de zarokên wê Faysal, Fîkret, Faîk, Ferîdûn, Zûbeyde û Belgîn ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane jî wiha axivî:  "Dema aştiyê li vê xakê hat û çû. Her kes dikare mîna bira bijî. Ev zilm wê heta kengî bidome? Me jiyanek ji bo vê mexsedê terxan kir. Zarokên min Faysal, Fîkret, Faîk, Ferîdûn, Zûbeyde û Belgîn di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan. Eger aştî were wê êşa wan sivik bibe. Beriya ku bimirim rojekê jî dixwazim aştiyê bibînim. Divê dewlet gavên rast bavêje. Divê dewlet dest ji ferzkirina zextan berde. Qala biratiyê dikin, lê biratî bi wekheviyê tê, ne bi zilmê dibe. Me zarokên xwe yên bedew bi hêviya dîtina rojeke bedew defin kirin."     MA / Emrullah Acar