Li Dersîmê greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên 'tîpa bîrê’ 2025-05-24 11:40:23   DÊRSIM - Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li Dersimê li dijî girtîgehên 'tîpa bîrê' dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan kir.    ESP'ê li avahiya partiya xwe ya Dêrsimê bi daxwaza, 'Girtîgehên Tîpa Bîrê bigire' dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan kir. Orhan Çelebî li ser kiryarên xwe daxuyanî da, komkujiyên di dema dawî de hatin kirin û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan rû dan rêz kir û wiha got: "Lînca dawî ya li vê temamiya polîtîkaya girtîgehê, bûye tîpa nû ya girtîgehên bi ewlekariya bilind ku weke cureyên S û Y tên pênasekirin, lê ji aliyê dîlgirtiyan ve weke girtîgehên 'tîpa bîrê' tên binavkirin.   43 GIRTÎGEHÊN ‘TÎPA BÎRÊ’   Çelebî da zanîn ku hikûmetê welat veguherandiye 'girtîgeheke nîv vekirî' û wiha axivî: "Tijîkirina van deran bi avakirina hejmareke zêde ya girtîgehên tîpa nû, kûrkirina tecrîdê û pêkanînên cihêkariyê û hilberîna pêkanînên înfazê yên nû ku ne destûrî ye, her tim polîtîkayeke taybet a desthilatdariya siyasî bû. Di dawiya sala 2024'an de li Tirkiyeyê 403 girtîgeh hene û hejmara giştî ya girtî û hikumxwarên li van girtîgehan 340 hezarî derbas dike. Niha 13 Tîpa Y, 7 Tîpa S û 23 Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind hene. Bi gotineke din, weke ku ji aliyê girtiyên şoreşger ve hatiye pênasekirin, li vî welatî 43 girtîgehên bi tîpa 'bîrê' hene.   TECRÎDEKE GIRAN TÊ JIYÎN    Çelebî diyar kir ku li girtîgehên weke 'tîpa bîrê' tên binavkirin, ti hewale û pace yên ji hucreyên yek û sêkesî pêk tên nîne û ev yek jî cihên tecrîd û îzolasyonê yên giran in. Çelebî wiha got: “Girtiyan bê têkilî bi kesî re dihêlin û ji bo hewadarkirinê, dîsa bi tena serê xwe destûrê didin ku rojê tenê saetekê derkevin beşeke cuda. Ne mimkûn e ku mirov asîmanan bibîne û hewaya paqij bistîne. Ewqas ku ji ber deriyên elektronîk û sîstema pêvejoyê, gelek caran têkiliya girtiyan bi gardiyanan re nîne.”