YNK û PDK dê bi lîsteyên cuda tev li hilbijartina Iraqê bibin 2025-05-19 15:20:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Qubad Talebanî têkildarî hilbijartinên giştî yên Iraqê de daxuyanî da û got ku dê YNK û PDK bi lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinê bibin.    Di 11’ê Mijdarê de dê hilbijartina Parlamentoya Iraqê were lidarxistin. Amadekariyên ji bo hilbijartinê dibin sîwana Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Serbixwe ya Iraqê de berdewamin.   Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî têkildarî hilbijartinê li Silêmaniyeyê daxuyanî da û got ku PDK û YNK dê bi lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinên giştî yên Iraqê bibin. Qubad Talebanî, got: “Me biryar da ku em di bin yek lîsteyê de nebin yek. Li şûna wê, her partiyek dê bi lîsteya xwe beşdarî hilbijartinê bibe.”   Her wiha Talebanî diyar kir ku hevdîtinên ku demek dirêje ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê tên lidarxistin, berdewamin. Talebanî, da zanîn ku di nav vê heftiyê de wê hevdîtinek nû di navbera her du aliyên PDK û YNK’ê de were lidarxistin.   Li aliyê din di demek ku partiyên muxalefetê yên Kurd ji bo lîsteyek yekgirtî danûstandinan dikin de, Tevgera Helwest ragihand ku xwe ji hevpeymaniyê vekişandiye. Di nav komên ku di hilbijartinan de yekgirtinê dixwazin de, partiyên wek Nifşê Nû, Yekgirtû, Komele û Eniya Gel cih digirin.