Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye 2025-05-18 20:18:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya Şandeya DEM Partiyê peyamek şand û got: “Pêdivî bi peymaneke nû ya li ser bingeha xwişk-biratiyê heye. Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye. Wesfa têkiliyên Tirk-Kurdan pir cuda ne, tişta xera bûyî jî têkiliya xwişk-biratiyê ye.”    Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol, îro li Girtîgeha Tîpa F a bi  Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeyê, piştî hevdîtinê daxuyaniyek da.    Di daxuyaniyê de peyama Abdullah Ocalan bi raya giştî re hate parvekirin.    Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:   “Min nekarî cara dawî bi Sirri Sureyya Onder re biaxivim û ev yek di dilê min de ma. Bîranîneke wî ya biqedir û qîmet heye. Divê mirov bide jiyîn. Ji bo Tirkiyeyê kesekî zana bû. Em ê valahiya wî li pey xwe hiştî nedin hîskirin.    Pêdivî bi peymaneke nû ya li ser bingeha hiqûqa xwişk-biratiyê heye.    Tiştên em dikin, guherîneke mezin a paradîgmayê ye.    Wesfa têkiliyên Tirk-Kurdan gelek cuda ye, tişta xerabûyî, têkiliya xwişk-biratiyê ye.    Xwişk û bira şerê hev dikin lê yek ji wan beriya yên din nabe. Em, xefikên ev têkilî xerab kirine, mayinên hatine danîn yek bi yek paqij dikin, rê û pirên xerabûyî sererast dikin.    Di şexsê Alain Badiou ve Slavoj Žižek de spasiyên xwe pêşkeşî rewşenbîrên bi rêya şandeya me ji min re û ji bo pêvajoya aştî û xwişk-biratiyê peyam û hêviyên piştevaniyê şandine, dikim. Bi hêviya ku em hevdu di xebatên hevpar ên enternasyonal û sosyalîst de bibînin.    18’ê Gulana 2025’an”