Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin 2025-05-18 17:23:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê li dijî bakur û başûrê Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin.    Artêşa Îsraîlê li dijî bakur û başûrê Şirîda Xezeyê bi navê “Operasyona Wesayîtên Şer ên Gîdeon” êrişeke berfireh da destpêkirin. Îsraîlê çendek roj berê gotibû ku dê êrişê bide destpêkirin.    Berdevkê Hêzên Parastinê ya Îsraîlê (IDF) Avichai Adraee, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal X’ê got ku bi tevlibûna yekîneyên muvazzaf û cihgir dest bi operaseyona bejahî kirine.    HEJMARA KESÊN TÊN KUŞTIN ZÊDE DIBE    Bombebaranên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê jî bênavber didome. Wezareta TEnduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê ragihand ku ji 15’ê Gulanê heta niha herî kêm 262 kes di encama êrişan de hatine kuştin û 675 kes jî birîndar bûne.