Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir 2025-05-16 13:05:10   SILÊMANIYE - Kongreya NADA’yê di roya duyemîn de didome. Jin, di komxebatan de li ser pirsgirêkan, tecrube û çareseriyê diaxivin.    Kongreya Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) ku li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê tê lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam dike. Ji bilî komxebatan, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari jî dê di roja duyemîn a kongreyê de wekî axaftvan amade be.   Di rûniştina yekemîn a roja duyemîn de komxebatên bi sernavên “Astengiyên sereke û derfetên li pêşiya rûniştandina xebatên hevbeş a jinan çi ne?", "Rola rêxistinên civaka sivîl di têkoşîna jinan de”, "Girîngî û tekeziya hevgirtinên jinan li hember neoliberalîzm û hevgirtinên baviksalar ên serdest ên dijminên jinan" û "Girîngî û tekeziya avakirin û xurtkirina mekanîzmayên xweparastinê ya jinan li hember pergala baviksalar a serdest" hatin lidarxistin.   PÊŞNIYARÊN JI BO ÇAERSERIYÊ HATIN NÎQAŞKIRIN    Jinên ku li gorî sernavên komxebatan li koman hatin dabeşkirin, li ser girîngiya tifaqên jinan û her weha şêweyên parastina xwe nîqaş kirin. Jinên ku bi hejmareke mezin di komxebatan de axivîn, girîngiya parastina xwe û pêşniyarên xwe ji bo ka divê jin çawa li dijî şer têkoşînê bikin, rêz kirin.   Di rûniştina duyemîn de jî dê mijarên weke "Derketineke siyasî ya jinan bi vîzyoneke yekgirtî (Tora Jinan ji bo Aştiyê)”, “Rola Hevgirtina NADA di rûniştandina Konfederasyona Jinan a Demokratîk a cîhanî de”, “Şoreşa jinan weke bersivdaneke li hember pirsgirêkên demê” û “Rola Pêşeng û bingehîn a Jinan di Înîsiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk de” bên nîqaşkirin.