Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da 2025-05-16 08:39:38   MÊRDÎN - Leyla Akîpa ku dayika 2 zaroka ye, li navçeya Midyadê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Hat îdiakirina ku welatiya bi navê Leyla Akîpa ku dayika 2 zarokan e, li gundê Golcukê ya navçeya Midyad a Mêrdînê întihar kiriye. Li gorî îdiayê; Leyla Akîpa li mala xwe întihar kirye. Li ser xebara xizmên wê dayî, komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin. Cenazeyê Leyla Akîpayê ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.