Dayikên Aştiyê: Bila dewlet gav biavêje 2025-05-13 09:15:52 STENBOL - Dayikên Aştiyê biryarên kongreya PKK'ê nirxandin û diyar kirin ku divê dewlet ji bo pêvajo ber bi aştiyê ve biçe gavan biavêje. PKK’ê ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû kirin, agirbest îlan kir, di 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe pêk anî. Di 12'ê Gulanê de biryarên dîrokî yên kongreyê hatin eşkerekirin. Bandorên biryarên kongreya PKK'ê yên ku li cîhanê olan da, tên nîqaşkirin.    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê jî têkildarî biryarên PKK'ê û gavên ku divê dewlet biavêje axivîn.   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Sabîha Bozanê diyar kir ku ji bo aştiyeke rasteqîn divê guh bidin banga Abdullah Ocalan û bertek nîşanî dewletê da ku hê gav neavêtiye. Sabîha Bozanê got: "Çima dewlet gavan navêje? PKK'ê ku aliyekî pêvajoyê ye, agirbest îlan kir û biryara fesixkirinê da. Dewletê ji bo agirbestê heta niha tiştek nekiriye, divê dewlet li dijî vê biryara PKK'ê gav biavêta. Girtîgeh tije bûne û bi hezaran girtiyên nexweş hene ku li ber mirinê ne. Ên 30 salan dimînin, înfazên wan tên şewitandin. Diviyabû ev hemû bihatana berdan."    Sabîha Bozanê destnîşan kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê rê û rêbazên hiqûqî bên kirin û got: "Divê dewlet gavekê biavêje, Wezareta Edaletê girtiyên li girtîgehan serbest berde. Wekî dayikan dilê me dişewite. Werin em bi hev re bin, em aştiya mezin pêk bînin."   'BILA DEWLET GAVÊ BIAVÊJE'   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Gulsum Dagê ku xwest biryarên kongreya PKK'ê bibe sedema aştiyê, dubare kir ku divê dewlet ji bo bersivdayînê gavan biavêje. Gulsum Dagê got: "Em li benda azadî û aştiyê ne. Lê divê dewlet jî ji bo aştiyê gavan biavêje. Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Bêyî wî azadî nabe. Di kongreya ku hat lidarxistin de gaveke mezin hat avêtin. Birayê min 30 sal in di girtîgehê de ye, girtî jî li bendê ne ku dewlet gav biavêje. Pêwîst e girtiyên nexweş bên berdan. Divê Abdullah Ocalan azad be."    Gulsum Dagê anî ziman ku aştî ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelan wê bibe destkeftî û got: "Êdî bes e, hêsirên dayikan wê heta kengê bibarin? Hevalên me wê heta kengê di girtîgehan de bimînin? Em hemû li hêviya aştî û azadiyê ne. Çawa ku bi salan e me aştiyê xwest, divê ew jî aştiyê bixwazin. Em hêvî dikin ku aştî were vî welatî."