PKK’ê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî: Em ê xeyalên wî pêk bînin 2025-05-12 10:03:43 NAVENDA NÛÇEYAN - PKK’ê di Kongreya 12’emîn de Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û got: “Em îdiaya xwe ya pêkanîna xeyalên Şehîdê Aştî û Demokrasiyê Sirri Sureyya Onder destnîşan dikin.   PKK’ê, danezana Kongreya 12’emîn ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, aşkera kir. Di danezanê de hate gotin ku Kongreya 12’emîn di 5-7’ê Gulanê de hatiye lidarxistin û wiha hate gotin: “Li ser vî bingehî Kongreya PKK’ê ya 12’emîn, ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber APO ve bê meşandin û birêvebirin biryarên fesihkirina avahiya rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî girtiye û xebatên li ser navê PKK’ê daye meşandin bi dawî kiriye.”   Di daxuyaniyê de Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da jî weke “Şehîdê aştî û demokrasiyê” hate pênasekirin û wiha hate gotin: “Em îdiaya xwe ya pêkanîna xeyalên Şehîdê Aştî û Demokrasiyê Sirri Sureyya Onder destnîşan dikin.”