Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin 2025-05-09 10:50:32 MÊRDÎN - Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de bi hinceta di weşanên zindî yên 6 'ê Sibatê 'agahiyên şaş li raya giştî belav kiriye' doz hat vekirin.   Di çarçoveya lêpirsîna ku bi hinceta bernameyên weşana zindî ku di 6’ê Sibata 2023’an de pêk hatibû ji Semsûrê beşdarî weşana zindî bûye derbarê nûçegihanê me Ahmet Kanbal de îdianame hat amadekirin.   Di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi îdîaya "propaganda rêxistina terorê kiriye" di sala 2023'an de bi îdîaya "agahiyên şaş li raya giştî belav kiriye" di çarçoveya xala 217/A ya Qanûna Ceza ya Tirk de ku weke "Qanûna Dezenformasyonê" tê naskirin, gilînameya sûc hat vekirin û biryar hat dayîn ku 'cih ji dozgeriyê re nîne'. Piştî giliyê sûcan ê serdozgeriyê, Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê di çarçoveya xala 217/A ya Qanûna Ceza ya Tirk de lêpirsîn da destpêkirin. Di encama lêpirsînê de îdianameya der barê rojnameger Kanbal de bi heman îdîayê hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Asliye ceza ya Semsûrê ve hat qebûlkirin.   Li gorî îdîanameyê Kanbal di weşana ku di rojên destpêkê yên erdheja ji Semsûrê pêk hat de got, "Ez li Navenda Koordînasyona Krîzê ya Semsûrê me. Dilxwaz dixebitin, ji duh ve xebateke têrker nîne. Tîmên biyanî pêşî hatin, piştre AFAD hat vê derê. Mirov 3 rojan li vir terkî mirinan hatin kirin. Mekanîzmayên dewletê bi temamî hilweşiyane. Mirov terkî mirinan hatin kirin. Dema ku dilxwaz di enqazan de dixebitin, dilxwazên AFAD'ê li ber enqazan wêneyan dikişîne. Eger herêm ji însafa dewletê re bê hiştin, wê karesat mezintir bibe." Her wiha di îddîaname de nûçeyên ku Kanbal ji herêmê parve kiriye jî "(...) Ev yek ji bo aştiya gel aciz dike guncaw e, û gumanbar bi niyeta ku di nav gel de fikar, tirs an jî panîkê çêbike tevgeriyaye.