Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin 2025-05-08 13:51:19   AMED - Girtiya bi navê Ronahî Sirdaş ku li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin, da zanîn ku dema ji bo kontrolê dibirin nexweşaneyê rastî êrişa girtiyên edlî hatine.    Girtiya bi navê Ronahî Sirdaş ku li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin, duh li ser telefonê bi dayika xwe Emîne Sirdaş re axivî û got ku rastî êrişa girtiyên edlî hatine.    Ronahî Sirdaşê di hevdîtinê de got: “Di 30’ê Nîsanê de 3 hevalên me çûn nexweşxaneyê. Li wir rastî êrişa girtiyên edlî hatin. Me bi îdareyê re hevdîtin kir û gotin ‘dê di mijara ewlehiyê de kêmasiyek dernekeve.’” Ronahî Sirdaşê got ku di 6’ê Gulanê de jî êrişeke bi heman rengî hatiye kirin û got: “Dema ez û 3 hevalên min ji bo kontrolên rûtîn ên nexweşxaneyê çûn, rasetî êrişê hatin. Heqaret li me kirin. Girtiyê edlî yê êrişî hevalên me kirî û pêhn danî, ji girtiyê din ê edlî jî xwest ku êriş bike. Li ser vê yekê rageşiyeke demkurt rû da.”    Ronahî Sirdaşê, got: “Em nizanin ka kî wan sor dike. Lê birêxistinî û plankirî êriş dikin.”