Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin 2025-05-06 14:15:53   STENBOL - Selçûk Tengîoglû ku êrişî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel kiribû, hate girtin.    Serokê Giştî yê CHP’ê li Navenda Çandê ya Ataturkê tev li merasîma bîranîna Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder bû. Dema Ozel ji navendê derketî, kesê bi navê Selçûk Tengîoglû bi kulman êrişî Ozel kir. Tengîoglû ku hate binçavkirin û birin midûriyeta emniyetê, piştî îfadeyê sewqî edliyeyê hate kirin. Tengîoglû, ji ber sûcê “Ji ber peywira cemaweriyê bi qesdî birîndar kiriye” sewqî dadgehê hate kirin. Tengîoglû, hate girtin.