'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’ 2025-05-06 10:24:57   AMED - Welatiyên çûn serdana şîna Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder a li avahiya DEM Partiyê ya Amedê, diyar kirin ku ew ê xwedî li berxwedana Onder derkevin.    Piştî wefata Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, DEM Partiyê li hemû rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan şîn danî. Li avahiya DEM Partiyê ya Amedê jî şîn hate danîn û gelek welatî hatin serdanê. Welatiyên hatin serdanê, diyar kirin ku ew ê têkoşîna Onder bidomînin.    Hedle Baran ku tevî temenê xwe yê mezin jî hatibû serdana şînê, diyar kir ku mirina Onder ji Semsûrê heta Stenbolê, ji Kurd û Tirkan heta hemû kes aniye ba hev û got: “Onder, dost û rêhevalên Kurdan bû. Sirri Sureyya Onder çavên gelek kesan vekir û rêya aştiyê vekir.” Nûrettîn Temîz jî got ku kedeke mezin a Onder di pêvajoya aştiyê de heye û wiha domand: “Ji gelê Kurd re gelek bû alîkar. Em bejna xwe li ber hemû şehîdên aştiyê yên Kurdistanê ditewînin. Hêvîdarim em ê van hewldanên wî bi ser bixin."   'LI PEY XWE MÎRATEYA TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ HIŞT’    Endama PM’a ESP’ê Beycan Taşkiran jî diyar kir ku Onder tu caran dev ji têkoşînê berneda û ev tişt anî ziman: “Me li gel Onder gelek xebat meşandin. Yek ji bûyera ku di berxwedana Geziyê de gel xistiye nava liv û tevgerê, sekna Onder bû. Wê biryardariya wî bandor li her kesî kir. Ji serkeftina 7’ê Hezîranê heta bûyerên 6-8’ê Cotmehê û Plana Têkbirinê, HDP’ê pêvajoyên giran jiya û her tim bi serbilindî li cem partiya xwe cih girt. Jê re gotin ‘tu hunermendî, çi karê te di siyasetê de heye.’ Lê wî dîsa jî tu caran dev ji gelê Kurd berneda. Ya ku Onder li pey xwe hiştî, mîrateya têkoşîn û berxwedanê ye. Lewma jî pêşxistina wê berxwedan û têkoşînê, beriya her kesî, berpirsyartiya gelên Kurdistanê, çîna karker e.”    'JI BO TÊKOŞÎNA WÎ TIŞTA JI DEST TÊ EM Ê BIKIN’    Hevserokê DBP’a Amedê Ahmet Dogan jî sihbeteke xwe ya bi Onder re vegot û wiha pê de çû: “Ji me re got; ‘Ez weke Tirkek dixwazin ji bo têkoşîna gelê Kurd kedê bidim. Ez ê vê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînim. Ji ber tiştekî gelek xemgîn im, ew her tim di dilê min de ma.’ Dema me pirsa ‘ew çi bû?’ jê kirî jî wiha got; ‘Min gelek dixwest ku gelê Tirk li Tirkiyeyê dakeve kolanan û bibêjin bi alaya Tirk danekevin kolanan û zilmê li xwişk-birayên me yên Kurd nekin.’ Ev gotin, çend sal berê kiribû û her di bîra min de ye. Bandoreke mezin li min kir.”    Dogan, got ku Onder yek ji aktorên pêvajoya nû bû û wiha domand: “Hêviya gelan ji wî hebû. Kesayetekî xwezayî, kedkar, dilwêrek û li cem mazluman cih digirt. Serê gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê sax be. Heta dilopek xwînê jî di laşê me de hebe em ê ala wî ya berxwedanê her li ba bikin. Ji bo têkoşîna wî bi ser keve em ê her tişta ji dest tê bikin.”    Cîgirê Serokê Giştî yê DDKD’ê Abdulhay Okumuş jî got ku wefata kesayetekî têgihiştî yê mîna Onder û ji bo aştiyê hewl dida, ji bo gelên Tirkiyeyê û bi taybet ji bo gelê Kurd windahiyeke mezin e. Okumuş, got: “Hebûna wî ya di vê pêvajoyê de dê şensekî mezin bûya.”    'NÊZÎ GEL BÛ’   Reşît Koçeroglû (78) ku namzetê DEM Partiyê yê Stenbolê bû û bi Onder re xebitibû jî ev tişt anî ziman: “Min tu kes mîna wî dilnizm û nêzî gel nedîtibû. Bi zarokan re zarok, bi jinan re jin, bi kalan re jî kal bû. Qasidê aştî û demokrasiyê bû. Hevalê Sirri, dixwest ku hemû dinya demokrasî, xwişk-biratî û pêkvejiyanê bijî. Bi taybet jî ji sala 2011’an heta niha ji bo gelên Rojhilata Navîn bi hev re bijîn têdikoşiya. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin.”    MA / Mujdat Can