DBP’ê êrişa li dijî Ozel şermezar kir 2025-05-04 19:10:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Giştî ya DBP’ê êrişa li dijî Ozgur Ozel şermezar kir û xwest ku faîlên êrişê û kesên piştgirî dane bên cezakirin.    Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî êrişa di dema merasîma oxirkirina cenazeyê endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder de li dijî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel hatiye kirin, bi daxuyaniyekê şermezar kir. Partiyê, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal X’ê ev peyam da: “Di merasîma cenazeyê Sirri Sureyya Onder ê hêja de li dijî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel êriş hate kirin. Em vê êrişê bi xemgînî û hêrseke mezin şermezar dikin.    Armanca vê êrişê û zîhniyeta tarî ya li pişt vê êrişê ne tenê birêz Ozel e. Êriş, di heman demê de provakasyoneke aşkera ya li dijî îdealyên aştî, xwişk-biratî û pêkvejiyanê ye ku Sirri Sureyya Onder di tevahiya jiyana xwe de parast. Mirovên birûmet ên vê xakê, dê li hemberî tu senaryoyên qirêjî yên li dijî pêkvejiyanê serî netewînin û dev ji têkoşîna aştî û demokrasiyê bernedin.    Em careke din ji birêz Ozgur Ozel re dibêjin derbasî be û dixwazin ku faîlên vê êrişê û piştevanên wan li pêşberî edaletê hesabê bidin.”