Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin 2025-05-01 09:09:26   WAN - Dadgeha Bilind, cezayê ku li Yûnûs Pek ê ku Sûna Pek qetilkiribû hatibû birîn zêde dît û ji bo cezayê wî bê kêmkirin dosya ji dadgeha herêmî re şand.    Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, di 15'ê Gulana 2022'yan de Yûnûs PEk, Sûna Pekê qetil kiribû. Di danişîna dozê de ya 17'ê Sibata 2023'yan de biryar hat dayîn. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Wanê, bi sûcê "kuştina bi qesdî" 21 sal ceza li Yûnûs Pek birî. Lê dosye ji îstinafê re hat şand. Dadgeha Îstinafê biryara dadgeha herêmî erê kir. Dadgeha Bilind jî, di 14'ê Nîsanê de biryara dadgeha herêmî xera kir. Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin. Dadgehê xwest 17 sal û 11 meh ceza li Yûnûs Pek bê birîn û dosyeyê ji dadgeha herêmî re şand.    Parêzera malbata Sûna Pek, Hulya Çelîk Sonmezê biryara Dadgeha Bilind nirxand. Hulya Çelîk Sonmezê bibîr xist ku dadgeha herêmî jixwe bi hinceta tevgera baş" ceza kêm kiriye û got: "Dadgehê qerewata ku Yûnûs Pek xistibû stuyê xwe wekî hincet nîşan da û ceza kêm kir. Ev jî nîşan dide ku edalet li teref baviksalariyê dixebite."    Hulya Çelîk Sonmezê destnîşan kir ku wekî di gelek dozên qetilkirina jinan de, di vê dozê d ejî kiryar xwe li têgeha "namûsê" girtiye û got: "Cezayê hatiye birîn me nerihet kir. Di vir de jî me dît ku polîtîkaya bêcezatiyê çawa xebitiye."    Hulya Çelîk Sonmezê bilêv kir ku kesên ku jinan qetil dikin tên "xelatkirin" û got: "Em ê her tim li cem jinan bin û li dijî polîtîkaya bêcezatiyê bitêkoşin."