DEM Partiyê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da 2025-04-22 13:11:05   ENQERE - DEM Partiyê 22'ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd pîroz kir û diyar kir ku 127 sal in bi hezaran rojnamevanên Kurd bi israr rastiyê dişopînin.   Alîkarê Serokê Komîsyona Çapemenî, Weşan û Propagandayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tayîp Temel, bi wesîleya Roja Rojnamevanên Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çapemeniya Kurd yek ji gavên girîng û dîrokî yên ronîkirina gelê Kurd, gihandina hişmendiya neteweyî û têkoşîna wan a wekhevî û azadiyê ye û hat gotin: "Rojnameya Kurdistanê ku di çapemeniya Kurd û jiyana entelektuel de xaleke werçerxê ya dîrokî ye, mixabin li sirgûnê, li bêderfetiyan hat weşandin û rastî zextan hat. Tevî ku li sirgûnê dest bi jiyana xwe ya weşanê kir jî, ji rastiya Kurdistanê hat xwarin û rastiya gelê Kurd anî ziman."   'BÛ NAVÊ RASTIYÊ'   Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rojnameya Kurdistanê ji rojnameyekê wêdetir e û wiha hat gotin: "Rojnameya Kurdistan li dijî înkar, îmha û nezantiyê 127 sal berê li Rojhilata Navîn bûye navê heqîqetek geş. Ji ber vê karakterê, 22'ê Nîsanê ku roja avakirina rojnameyê ye, ji sala 1973'an û vir ve weke Roja Rojnamevanên Kurd tê qebûlkirin û pîrozkirin. Bi hezaran rojnamevanên Kurd ên 127 sal in; tevî êrîşên bênavber, astengî, polîtîkayên tunekirin û asîmîlasyonê û komkujiyan jî Mîqdat Mîdhed bi israr li ser şopa heqîqetê li ser rêya ku Bedirxan vekiriye meşiya û bi isar ev kevneşopî domand. Rojnamevanên Kurd ên rastiyan dinivîsînin jî şahidî ji dîrokeke berxwedanê re kirine û bûne parçeyek ji dîroka vê berxwedanê. Ji bo vê berdêlên mezin da.   Têkoşîna heqîqetê ya çapemeniya Kurd, ku di destpêka sedsalê de derket holê, di tarîtiya salên 90'î de meşaleya ronahiyê bi rengekî bi coş hilgirt û di salên 2000'î de pêşengî ji veguherîna siyasî û ramanî re kir. Ev rêwîtiya  heqîqetê, li tevahiya Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê veguheriye wateya lêgerîna 'Aştî û Civaka Demokratîk'. Ji bo vê jî Roja Rojnamegeriya Kurd ne tenê bûye roja pîrozkirinê her wiha bûye sembola berxwedan û têkoşîna heqîqetê. Roja Rojnamegeriyê li hemû xebatkarên çapemeniya kurd û çapemeniya cîhanê û bi taybet Mîqdat Mîdhed Bedirxan damezrênerê Rojnameya Kurdistanê pîroz be. Em di şexsê Mûsa Anter, Gûrbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel, Cihan Bîlgîn û Nazim Daştan de hemû şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî, rehmet û minetdarî bi bîr tînin. Em bejna xwe li ber bîranîna wan, mîrateya wan a têkoşînê û berxwedana wan ditewînin."