Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man 2025-04-22 10:40:16   STENBOL - Endamê Platforma Şanoyên Kadikoyê Berat Beyoglû diyar kir ku çalakiya boykotê ya ji aliyê CHP'ê ve hatiye destpêkirin bandorek neyînî li şanogerên serbixwe kiriye û wiha got: "Hejmara kirîna bilêtan gelekî kêm bûye. Ev rewş gihîştiye wê radeyê ku hunerê boykot bike."   Piştî lêpirsîna der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hat vekirin, girtina gelek xebatkarên şaredariyê ku Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî di nav de ye, roja 19 'ê Adarê di rojevê de ye. Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel di 23'ê Adarê de dest bi çalakiyên boykotê kir.   Ji ber boykotê gelek konser û bername hatin rawestandin. Endamê Platforma Şanoyên Kadikoyê Berat Beyoglû anî ziman ku boykotê bandor li xebatên wan jî kiriye û zehmetiyan dikişinin.    'ŞANOGER HER TIM HEDEFA YEKEMÎN IN'   Berat Beyoglu diyar kir ku boykot bi armanca kêmkirina xerckirinê ye, lê bandorê li hunera serbixwe jî dike û wiha got: "Şano heta roja îro ji aliyê rêveberiya siyasî ve wek şahiyek hat dîtin. Di her firsendê de şano û lîstok sekinandin. Dema şahê Erebîstanê mir jî şîn hat îlankirin û lîstikên şano nehatin kirin. Bi gotineke din, dema ku tiştek dibe, huner û şano yekem car dibe qurban. Ev boykot veguherî kampanya nekirîna bilêtan û boykotkirina hunerê. Şanogerên ku ji xwe ji aliyê aborî ve hema hema di asta girtinê de ne, ji vir jî dest bi lêdanê kirin."   Beyoglû da zanîn ku ji ber boykotê bi lînçkirinê re rûbirû dimînin û wiha axivî: “Em dikarin heta astekê boykota li hemberî organîzasyonên mezin fêm bikin. Lê belê rewşeke xetere ye ku di şanoyên serbixwe yên mîna me de bi temamî li ser bilêtan debara xwe dikin û bi giştî veguhere boykota hunerê. Ev ne tenê şanoyên li Kadikoyê ne. Li her derê ev boykot heye. Hejmara kirîna bilêtan gelek kêm bû. Em li ser medyaya civakî anonsên lîstikê dikin. Lîstikeke me ya bi navê 'Tecrîd' heye. Me di demên dawî da lîst. Di bin danezan û çîrokên wê lîstikê da şîrove hene; ‘Hûn alîgirê hikûmetê ne. Tu boykotê dişikînî' Em rastî lînceke cuda hatin. Lê belê em bi tenê hunera xwe çêdikin û hewl didin debara xwe bikin. Ti eleqeya me bi şikandina boykotê re nîne. Ev yek gihîştiye wê radeyê ku hunerê boykot bikin."   Beyoglû anî ziman ku huner her tim muxalîf e û wiha pê de çû: “Dema ku bajar ji aliyê Naziyan ve dihatin bombekirin, Pablo Pîcasso Gûernîca kir û bal kişand ser vê yekê. Wê tabloyê şer nîşan da û heta roja me ya îro zindî maye. Konserta Gîtarê ya Rodrîgoyê jî bi heman rengî weke reaksiyonekê derkete holê. Eger Bertolt Brecht di demên dijwar ên şer de hînê şanogeran vekirî bihêle, eger Almanya piştî Şerê Cîhanê yê 2’emîn cara yekemîn nexweşxane û şanogerji nû ve çêkiribe, divê em hêza şanoyê li vir bi kar bînin. Jixwe tişta ku em behs dikin ev e. Eger em bêjin, 'Em boykot bikin û perdeyên xwe bigirin' ev yek li şûna yên biryara boykotê didin wê bi kêrî aliyê din bê.”   BOYKOTEKE KU WÊ SÎSTEMÊ HILWEŞÎNE   Beyoglû têkildarî çalakiya boykotê wiha got: "Ez bi xwe berteka boykotê ya ji bo rawestandina aboriyê fêm dikim. Lê belê, ez difikirim ku divê ev tevgereke ku pergalê bi temamî kilîd bike, wekî greva giştî û rawestandina kar be. Divê veguhere tiştekî mîna ku her kes carekê kepçeyan bigire. Fikra min a din jî ew e ku berteka civakê, gel li cihekî bê arastekirin. Divê parçebûneke zêde nebe. Lîsteya boykotê divê her roj bê nûkirin. Divê armanceke bi tenê jî bê destnîşankirin. Çavkaniya pirsgirêka rasteqîn a li vir çi ye? Bêyî ku kesek behs bike em li derdorê digerin. Boykot veguheriye tiştekî bi vî rengî."    Beyoglû herî dawî got ku weke Platforma Şanoyên Kadikoyê wê di meha Îlon û Cotmehê de festîvalê organîze bikin û bang li hemû kesî kir ku beşdarî bernameyên festîvalê bibin.    MA / Omer Îbrahîmoglu