Tevî biryara AYM'ê jî nayê berdan 2025-04-22 09:48:56 ENQERE - Hîkmet Çalagan ê 32 sal in di girtîgehê de ye, tevî ku cezayê wî qediyaye û Dadgeha Destûra Bingehîn der barê wî biryara binpêkirinê daye jî, nayê berdan.  Hikmet Çalagan ê di Mijdara 1993’an de li Stenbolê hat binçavkirin û paşê hat girtin, ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê” cezayê miebedê lê hat birîn. Çalagan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Hejmar 2 ya Turkoglu ya Mereşê tê girtin, tevî ku 30 sal cezayê wî qediyaye jî, nayê berdan. Sedema neberdana wî jî "cezayên hucreyê" ne.      Parêzerê Çalagan Alîşan Şahîn ji bo êmuwekîlê wî di sala 2023’an de bihata berdan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. Lê tevî vê yekê jî Çalagan nehat berdan.    Parêzer Şahîn pêvajoya astengkirina berdana muwekîlê xwe şiband doza Parlamenterê TÎP'ê Can Atalay ku tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tê astengkirin. Şahîn got: "Ji bo cezayê înfazê yê li Hîkmet Çalagan û girtiyê siyasî yê din ê bi wî re di heman hucreyê de bûn, me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Di sala 2024'an de biryara binpêkirinê hat dayîn. Biryara binpêkirinê ya ku ji bo hevalê din ê hikumxwar hat dayîn, bi tazmînatê ve hat girêdan. Ji ber ku wî hevalî înfaza xwe temam kiribû û ji girtîgehê derketibû. Lê belê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve nehat qebûlkirin."    Şahîn diyar kir ku wan careke din serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye û got: "Tevî ku nêzî salek derbas bûye jî, Dadgeha Destûra Bingehîn hêj der barê serlêdanê de biryar nedaye."   Parêzer Şahîn destnîşan kir ku demildest divê ev bêhiqûqîtî ji holê bê rakirin û muwekîlê wî bê berdan.