Rewşa girtiyên nexweş birayên hev Nebîoglû nebaş e: Nikarin di girtîgehê de bimînin 2025-04-18 09:50:06 ENQERE - Rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş birayên hev Firat û Emrah Nebîoglû ku gelek nexweşîn bi wan re hene û bi awayekî kêfî rê li ber berdana wan tê girtin, her diçe bi nebaşiyê ve diçe. Bi hezaran girtiyên nexweş li girtîgehên Tirkiyeyê têdikoşin. Girtî li dijî pêkanînên wekî muayeneya bikelmeçe, raporên Saziya Tiba Edlî (ATK), derengxistina sewqêm nexweşxaneyê bigire heya qawîşê qelebalix bi gelek tiştan re têdikoşin.    Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiyeyê 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û her roj mafê tenduristiyê û jiyana van girtiyan girantir dibe.   DMME'yê beriya niha Tirkiyeyê ji ber binpêkirinên mafê tenduristiyê û neberdana girtiyên nexweş şermezar kiribû.    Rewşa birayên hev yên girtî Emrah Nebîoglû û Firat Nebîoglû hatiye asteke pir cidî. Her du bira ji nexweşîna gurçikan bigire bi gelek nexweşînên giran re têdikoşin û ji mafê dermankirinê bêpar tên hiştin û mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin.    EMRAH: JI SEDÎ 94 RAPORA WÎ YA ASTENGDARIYÊ HEYE   Emrah Nebîoglû yê 33 salî di sala 2022'yan de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Antalyayê. Nebîoglûyê ku di doza ku lê dihat darizandin de 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, nêzî 3 sal û nîv in di girtîgehê de ye. Nebîoglûyê ku beriya bê girtin ji ber birîndariyê 37 rojan di beşa awarte ya nexweşxaneyê de mabû, di vê heyamê de 3 caran emeliyat bûye. Di encama birîna wî de dest û lingê wî yê çepê û noronên wî yên rehî bi temamî felc bûn. Nebîoglû ku nikare bê piştgirî bimeşe û hewcedariyên xwe yên bingehîn bi cih bîne, bi nexweşiyên giran ên wekî têkçûna gurçikan û tansiyona bilind re jî rû bi rû ye.   Di rapora ku ji aliyê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Elihê ve di 25'ê Kanûna 2019'an de hat amadekirin de hat diyarkirin ku Nebîoglu ji sedî 94 astengdar e. Di rapora ku ji aliyê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Antalyayê ve di sala 2022'yan de hat dayîn de hat tespîtkirin ku rêjeya astengdariyê ji sedî 94 derbas kiriye. Lê tevî vê jî Nebîoglû nehat berdan. Nebîoglû yê ku par ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hat kirin, 3 meh li wir ma û piştre bi hinceta “şert û mercên nebaş wê bên sererastkirin” şandin Antalyayê. Lê piştî meh û 7 rojan dîsa sewqî heman girtîgehê kirin. Malbata wî diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Nebîoglû di vê heyamê de girantir dibe.   Serlêdana taloqkirina înfazê ya ku di sala 2022'yan de bi rêya parêzerê wî li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hatibû kirin, bi hinceta "nexweşî xetereyekê nade der" hat redkirin. Nebîoglû ku ji Nîsana 2024'an û vir ve kontrolên wî yên tenduristiyê birêkûpêk nayên kirin, di şert û mercên girtîgehê de ji bo jiyanê têdikoşe.    FIRAT: LI BENDA NEQLA GURÇIKAN E   Firat Nebîoglû yê 26 salî 8 sal in di girtîgehê de ye. Nebîoglû ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Amedê tê girtin, ji ber du dozan bi giştî 18 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Nebîoglûyê ku di dozekê de piştî 3 sal û nîvan hat berdan, di dozeke din de jî 12 sal ceza lê hat birîn, lê cezayê wî hat kêmkirin û 5 sal ceza lê hat birîn. Nebîoglû ku di dozeke din de jî 2 sal û 6 meh ceza lê hat birîn, ev 3 sal in di girtîgehê de ye. Firat Nebioglu jî wekî birayê xwe Emrah bi nexweşiya gurçikan ketiye. Di serlêdana ku di 7'ê Adara 2022'yan de ji Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Êlih/Qubînê ya li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê hat kirin de, ji aliyê Pisporê Nefrolojiyê ve rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" hat dayîn. Bijîşkan diyar kirin ku pêwîstiya Nebîoglû bi neqla gurçikê heye, lê pêkanîna vê emeliyatê di şert û mercên girtîgehê de xeternak e. Rapor ji rêveberiya girtîgehê re jî hat şandin û di 15'ê Adara 2022'yan de Nebîoglû sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê hat kirin. Lê belê li gorî agahiyên ku malbatê dane Saziya Tipa Edlî bêyî ku lêkolîneke berfireh, testa xwînê bê kirin, bi muayeneya bi lez û bez rapora "Dikare di girtîgehê de bimîne" daye Nebîoglû.   Malbata birayên Nebîoglû beriya niha serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) dabû, lê ji vê serlêdanê tu encam nehatibû girtin.   MA / Firat Can Arslan