Daxuyaniya wezîr a têkildarî 'lêgerîna tazî': Li welatê me tiştek wisa nîn e 2025-04-07 13:21:21   ENQERE - Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç têkildarî ferzkirina lêgerîna tazî ya ji bo kesên ku dema protestokirina operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatine girtin îdîa kir ku li Tirkiyeyê lêgerîna tazî nîn e   Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç der barê xwendekarên zanîngehê yên di dema çalakiyên şermezarkirina  operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatin girtin de daxuyaniyek da.   Tûnç wiha got; "Nabe ku lêgerîneke bi vî rengî ya derveyî hiqûqê bê kirin. Mevzûata me aşkera ye. Der barê rêveberiya saziyên cezayê de qanûn û rêziknameyên me hene. Pêkanînên li gorî rêziknameyê hene. Tiştên ku hin kes wekî 'lêgerînên tazî' bi nav dikin, li welatê me teqez nîn e. Em destûrê nadin vê yekê. Ji bo madeyên qedexekirî nexin girtîgehan, eger rewşeke gumanbariyê hebe, rayeya lêgerînê ya berfireh hatiye dayîn. Dema ku vê desthilatê bikar tîne, bi taybetî bala xwe dide taybetmendiya kesan."   GELO MAHÎR POLAT WÊ BÊ BERDAN?   Tunç pirsa der barê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Mahîr Polat ê ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî şaredariyê de li Girtîgeha Marmarayê ya Sîlîvriyê girtî ye jî wiha bersivand: “Girtî û hikumxwarên di saziyên cezayê de emanetên dewleta me ne. Dewlet hemû pêwîstiyên wan bi cih tîne. Di CMK 109'an de ji bo kesên ku ji ber şertên tendirustiyê bi tena serê xwe li girtîgehê nikarin bimînin wê biryarên hewce çawa werin dayîn diyar e. Ji bo girtiyê bi rapora nexweşxaneyê û erêkirina edlî biryar tê dayîn.”