Îmamoglû ji bo Polat bertek nîşan da: Sedema vê nefretê çi ye? 2025-04-07 12:58:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bertek nîşanî neberdana Mahîr Polat da û got: “Sedema vê hêrs û nefreta hovane çi ye?”    Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Mahîr Polat tevî nexweşiyên xwe jî nayê berdan û îro sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) hate kirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bertek nîşanî neberdana Polat da. Îmamoglû, li ser hesaba xwe ya X’ê nexweşiyên Polat rêz kir û banga berdana Polat kir.    Îmamoglû, got: “Ciwanên me yên pir jî û jêhatî cejna xwe ji malbatên xwe dûr, di girtîgehan de derbas kirin. Van ciwanên paqij berdin bila biçin têkevin ezmûnên xwe. Mafên rewa yên tu kesî ji dest negirin. Heyf e, guneh e. Sedema vê hêrs û nefreta hovane çi ye?”