Ozel: Êdî rewatiya Erdogan nîne 2025-04-06 12:53:46 ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel got: “Tayyîp Erdogan êdî veguheriye serokê cuntaya ku kesên piştgiriya gel wergirtine hedef digire. Êdî rewatiya Erdogan nîne.”  21’emîn Lijneya Awarte ya CHP’ê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a li Enqereyê dest pê kir. Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Kemal Kiliçdaroglû, Altan Oymen, Hîkmet Çetîn û gelek kes tev li bûn. Saetek piştî destpêkirina lijneyê, Şaredarê Mûtapaşa ya Antalyayê Umît Uysal namzetiya xwe paşve kişand.    Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel di lijneyê de axivî û operasyona li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû weke “hewldana derbeyê ya serneketî” nirxand. Ozel, got: “Lingekê vê planê jî tayînkirina qeyûm a li partiya me bû û îro ji bo têkbirina vê planê em li vir in. Baweriya me ya bi demokrasiyê bêdawî ye.”    'ÊDÎ REWATIYA ERDOGAN NÎNE’   Ozel, diyar kir ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê dê ji hêla gel ve bên çareserkirin û got: “Yên derbeya nû plan kirin, weke kesên cunta ku di hilbijartina din de winda kirin, niha li daîreyên dewletê yên li qesrê de dimînin. Lê kolan û îrade ya gel e, bi me re ne. Ew cunta hevalên me dîl digire. Îro, cuntayeke ku ji hilbijartinê ditirse, ji hevrikên xwe ditirse, ji gel ditirse welat birêve dibe. Tayyîp Erdogan ne serokkomarekî bi piştgiriya gel li wir e. Veguheriye serokê cuntayê ku kesên piştgiriya gel wergirtine hedef digire. Êdî tu rewatiya Tayyîp Erdogan nîne. Îradeya li vir dê wê cuntayê ji hev belav bike. Tirkiye ji komeke cuntayê mezintir e.”   ERDOGAN VEXWEND WEŞANA ZINDÎ   Ozel, Erdogan vexwend weşana zindî û got: “Ez parêzerê Îmamoglû û van doza me. Heke tu jî dozgerê van dozên Akin Gurlek bû, bînin em vê hefteyê darizandinê bikin. Werin em li ser ekranên TRT’ê zindî biweşînin.”