Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin 2025-04-06 12:20:04 AMED - DFG’ê bi boneya 6’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyanî da û da zanîn ku di 5 salan de 15 rojnameger hatine qetilkirin û got: “Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin.” MKG’ê jî got ku di 10 salan de li seranserî cîhanê 12 rojnamegerên jin hatine qetilkirin.  Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya 6’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da.    Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê di sala 1996’an de bi armanca mijarê têxe rojeva raya giştî, 6’ê Nîsanê roja qetilkirina rojnameger Hasan Fehmî Bey weke ‘Roja Şehîdên Çapemeniyê’ îlan kir. Di sala 2005’an de navê roja bîranînê weke ‘Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin’ hate guhertin. Ji wê demê ve li Tirkiyeyê bi taybetî jî li Kurdistanê rojnameger ji bo aşkerakirina heqîqetê dibin hedef. Di êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistana Federe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di 5 salên dawî de 15 rojnameger hatin qetilkirin.   Apê Mûsa, Hrant Dînk, Metîn Goktepe, Abdî Îpekçî, Nagîhan Akarsel, Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn, Gulistan Tara, Azîz Koyluoglû di nav de bi dehan rojnamevan ji aliyê hêzên ku ji rastiyan aciz dibin re hatin qetilkirin. Her komkujî êrişa li dijî demokratîkbûna van axan e. Her çiqas rastî bi kuştina wan hatibe xwestin bê veşartin jî, mîrat û ramanên ku wan hiştine wê her tim bijîn. Em jî dê li ser şopa rojnamegerên hatine qetilkirin bimeşin û pênûsa wan li erdê nehêlin.”   12 ROJNAMEGERÊN JIN HATIN QETILKIRIN   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî bi heman boneyê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyek da. MKG’ê diyar kir ku ji berê heta niha rojnaemgerên li pey rastiyê her tim bûne hedefa êrişan û da zanîn ku di 10 salên dawî de li seranserî cîhanê 12 rojnamegerên jin hatine qetilkirin. MKG’ê got ku ji van rojnamegeran 6 jê li Kurdistanê bi destê dewletan hatine qetilkirin û got: “Yên rojnameger qetil kirin, her çend xwestibin dengê heqîqetê qut bikin jî Çapemeniya Kurd dîsa jî dest ji nivîsandina rastiyê bernda. Em ê têkoşîna xwe ya li ser şopa Denîz û Nûjiyanan mezin bikin. Em ê pênûs û kamerayên hempîşeyên xwe yên hatine qetilkirin li erdê nehêlin.”