Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin 2025-03-25 13:35:12   ENQERE - Li Enqereyê di serdegirtinên malan de 30 xwendekar hatin binçavkirin.    Li Enqereyê 30 xwendekar bi hinceta ku beşdarî çalakiyên protestoyî yên li dijî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû tên lidarxistin bûne û ders boykot kirine, di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Xwendekar, birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.