Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin 2025-03-20 11:47:05 STENBOL - Karûbarên îfadegirtinê yên Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî di nav de 87 kesan dest pê kirin.  Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû duh bi îdiayên “nelirêtî” û “alîkariya rêxistinê” hatibû binçavkirin. Şaredarên Beylîkduzu û Şîşlî jî di nav de der heqê 106 kesan de lêpirsîn hatibû destpêkirin û 87 kes binçavkirî ne.    Karûbarên îfadegirtinê yên Ekrem Îmamoglû, Şêwirmendê Şaredarê ÎBB’ê Mûrat Ongun, Şaredarê Beylîkduzuyê Mûrat Çalik, Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan û hunermend Ercan Saatçi jî di nav de 87 kesên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin, dest pê kirin.