Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn 2025-03-19 16:12:21 EDENE - Rojnameger Volkan Eryîgît ê ku dema nûçe dişopand di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe hate bibîranîn. Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Volkan Eryîgît ê ku di sala 2004'an de li Edeneyê li gel nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Hasan Îşler di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe hat bîranîn. Malbata Eryîgît, endamên Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG), Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya bi Malbatên xizmên xwe winda kirine li Akdenizê (AYKAY-DER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (Tevgera Jinên Azad-TJA) beşdarî bîranîna li Goristana Kuçukoba yê bûn.   Di bîranînê de Hevserokê AYKAY-DER'ê Mustafa Yildiz axivî û diyar kir ku ew ê ji bo heqîqetê têbikoşin.   Bav Aydin Eryîgît jî diyar kir ku Volkan Eryîgît ji têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê gavekê jî paşve neavêtiye û got ku ew ê şopdarê têkoşîna wî bin.   Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr diyar kir ku Volkan Eryîgît dema hewl dida rastiyê ji gel re ragihîne di xeta wezîfeyê de şehîd bûye û anî ziman ku eger îro li vê erdnîgariyê çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin ev bi saya van şehîdan e.   Bîranîn bi danîna qurnefîlan li ser gora Eryîgît bi dawî bû.