Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt 2025-03-19 14:50:27   RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di Newroza Pirsûsê de axivî û got, "Birêz Abdullah Ocalan ji bo rijandina xwînê bisekinîne û ji bo aştiyê gaveke mezin avêtiy. Ew xwedî wê hêz û qudretê ye ku aştiyê pêk bîne.”   Li navçeya Pirsûs a Riha ya ku cîranê bajarê Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, bi dirûşmên; ‘Rêbertiya Azad Demokratîk’ û ‘Newroza Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê’ pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Di pîrozbahiya ku li qada mîtîngê ya li ser Rêya Sîmak a navçeyê pêk hat de hejmareke zêde welatî amade bûn. Jin û ciwanên ku hatin qada ku di saetên serê sibehê de bi regnên kesk, sor û zer xwe xemilandin bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdarî pîrozbahiyê bûn.   Di şahiyê de sloganên; ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ deng veda û stranên xwe gotin. Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Komîteya Organîzasyona Newrozê, Hevserokê DBP'ê yê navçeya Pirsûsê Mahîr Bulbul û Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglu derketin ser dikê. Piştre endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Riha Meyaser Korkmaz axivî û bal kişand ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Werin em bi hev re vê pêvajoyê biparêzin. Ev fersendek e. Lê agirbestek yekalî pêvajo nameşe."    NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ KOMKUJIYA KOBANÊ   Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar bal kişand ser wate û girîngiya Newrozê û wiha got: "Em ê Newroza 2025'an bikin Newroza azadiyê. Şerê li Rojhilata Navîn nêzî Tirkiyeyê dibe. Em ê rûnenên û li bendê nemînin. Em ê têkoşînê bidomînin. Du roj berê li Kobanê komkujiyek pêk hat. 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Em êrişa li wir weke êrîşa li dijî tevahiya gelê Kurd dinirxînin."   Piştre peyamên ku girtiyan şandine hatin xwendin.   'OCALAN JI BO AŞTIYÊ GAV AVÊT'   Di dawiya pîrozbahiyê de wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî û wiha got: "Pirsûs cîranê Kobanê ye. Pêwîst e Tirkiye destê aştiyê dirêjî Rojava bike. Bi salan e li Rojava jiyan heye. Mudaxele li kesî nekirine, zimanê kesî qedexe nekirine, zilm li kesî nekirine. Ji Rojava kevirekî bi tenê jî neavêtin vê derê. Wan kesan tenê li dijî DAÎŞ'ê şer kirin. Lê belê beriya du rojan li Kobanê komkujiyeke mezin rû da. Em vê komkujiyê şermezar dikin û careke din dubare dikin ku em vê komkujiyê ti carî qebûl nakin. Weke ku hûn jî dizanin, birêz Abdullah Ocalan ji bo sekinandina rijandina xwînê û pêkanîna aştiyê gaveke mezin avêtiye. Xwedî wê hêzê ye, hêza ku vê bike, aştiyê pêk bîne. Xwe ji bo vê pêvajoyê amade bikin. Banga me li ciwanan e, pêvajoyê baş bişopînin û siyaseta baş bikin. Ev gel êdî mirovekî hişyar e."   DAYIKAN AGIR PÊXISTIN   Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin. Şahî li gel stranên hunermend Kadîr Çat hatin gotin û bi govendan bi dawî bû .