Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye 2025-03-19 14:38:07   STENBOL - Navnîşana pîrozbahiya Newrozê ya di 23'ê Adarê de li Stenbolê bê lidarxistin zelal bû.   Li Stenbolê Newroza îsal bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 23’ê Adarê roja Yekşemê bi dirûşma; ‘Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê’ dê li qada Mîtînga Yenîkapiyê bê lidarxistin. Serlêdana HDK’ê ji aliyê walîtiya Stenbolê hat qebûlkirin. Di daxuyaniya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ya Stenbolê de wiha hat gotin: "Serlêdana ku Komîteya Organîzasyona Newroza Stenbolê ya der barê pîrozbahiya Newroza Stenbolê ya li Qada Mîtînga Yenîkapiyê ya 23'ê Adarê roja Yekşemê saet di navbera 10.00-18.00'an de pêk hat de Walîtiya Stenbolê bi nivîseke fermî ji Komîteya Rêxistinkirinê re ragihand ku destûr hatiye dayîn."