Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan 2025-03-19 14:36:13   WAN - Di pîrozbahiya Newrozê ya li Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan hat vekirin.   Pîrozbahiya Newrozê ya li Wanê bi dirûşmên; ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê’ dewam dike. Di berdewama axaftinan de posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin. Li derdora sîteyê ji bo demeke dirêj posterê Ocalan hate hildan. Di vê navberê de ji qadê dirûşmeyên; ‘Biji Serok Apo’ tên berzkirin.